‘Hemû çavkaniyên welêt didin tank û tifingan’

img
WAN - Welatiyên Wanê diyar kirin ku sedema sereke ya krîza aborî polîtîkayên şer in û wiha gotin: “Tevahiya çavkaniyên welêt ji bo tank û tifingan diçin.” 
 
Welatiyên wanî têkildarî krîza aborî axivîn û diyar kirin ku êdî nema dikarin pêdiviyên xwe yên bicih bînin. Welatiyan anîn ziman ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd û xerckirina çavkaniyan a ji bo şer, krîza aborî di halê hazir de xwe komî serhev nake. 
 
Karkerê teqawid Yûsûf Guler got ku mûçeyê wî 12 hezar û 500 TL ye û bi têrî wî nake. Guler, wiha got: “Em 5 ferd in û 10 hezar TL’an didim kirê. Bi saya kurê xwe yê li Ewropayê dijîm. Xelk ji ber krîza aborî perîşe ye û stûxwar digere. Pergaleke ji serî heta binî xerabe heye. Li vir edalet tune ye. Dema mijar dibe kurd hem xizanî hem jî bêedaletî heye. Kîjan partî jî were bi heman awayî nêzî kurdan dibin.” 
 
‘DÊ FIYET HÊJ BIHATIR BIBIN’
 
Berber Bariş Eroz jî wiha got: “Min par 5 hezar TL kirê dida lê niha bûye 15-20 hezar. Li gel mesrefên din bi zor û zehmet em xwe xelas dikin.” Eroz, got ku bihayê her tiştekî 3-4 qet zêdetir bûye û dê di zivistanê de hêj zêdetir bibin. Eroz, wiha domand: “Heqê traşê jî ji 150 TL’an derket 300 TL’an. Rewşa gel baş nîne û dê her tişt bêhtir biha bibe.” 
 
'EV 4 MEH IN NIKARIM HEQÊ KIRÊ BIDIM’ 
 
Omer Şeylan ê 10 sal in hemaltiyê dike jî ev tişt anî ziman: “Ev 4 meh in nikarim heqê kirêya xwe bidim. Kar nîne û em nikarin debara xwe bikin. Rewşa aboriyê gelek nebaş e. Em perîşe bûne. Li gorî min dê rewş hêj xerabtir bibe. Ji ber ku rêveberên me nebaş in. Keyfa wan li cih e lê gel birçî digere.” 
 
'TU HÊVIYA MIN NÎNE KU ABORÎ BAŞ BIBE’ 
 
Hasan Yalçinkaya jî bi lêv kir ku aboriya welat têk çûye. Yalçinkaya, got ku li gorî par her tişt gelek biha bûye û ew nikarin debara xwe bikin. Yalçinkaya, diyar kir ku tu hêviya wî nîne ku aborî baş bibe. 
 
Huseyîn Kiliç da zanîn ku heta du sal berê jî karê cotkarî û sewalkariyê dikir lê ji ber zêdebûna lêçûnan xusaret kir û dev ji karê xwe berdaye. Kiliç, got du sal in bêkar e. Kiliç, diyar kir ku malbata wan 7 kes in û lêçûnên malê derdora 30 hezar lîreyan e. Kiliç, anî ziman ku nikarin debara xwe bikin û wiha bertek nîşan da: “Heke çavkaniyên welêt nehatibûn dizîn û piştgirî bidana çandinî û sewalkariyê, me gundê xwe nediterikand û me ev rewş nedijî. Aborî, bi destekdayîna çandiniyê dikare xwe komî ser hev bike.” 
 
'BÛDÇEYA WELÊT JI BO ŞER DIÇE’
 
Mamosteyê teqawid Muzaffer Kalaba jî daxuyand ku got ku rewşa aboriyê nebaş e û nikare debara xwe bike. Kalaba, bi lêv kir ku divê dahata her malbatekê herî kêm 50 hezar TL be û wiha pê de çû: “Heke teqawid nekarin debara xwe bikin, ev şerma rêveberan e. Divê muhtacî tu kesî nehatibûna kirin. Neçar dimînin karekî cuda bikin. Hemû çavkaniyên welêt ji bo tank û tifingan diçin. Heke wiha biçe dê rewşa aboriyê nebaştir bibe. Çareserî, aştî ye. Heke aştî û çareserî pêş nekeve, dê hemû bûdçe bo şer biçe û çareserî çênebe.”