Li Îzmîrê cînayeta kar

img
ÎZMÎR – Levent Pektaş ê di Şaredariya Selçukê de dixebite, di xirakirina avahiyên kevn de hêsin li ser wî ket û mir. 
 
Levent Pektaş ê 45 salî ku di Şaredariya Selçuk a Îzmîrê de dixebite, di dema xirakirina avahiyên kevin ên halê yên li taxa Cumhuriyetê, hêsinê profil li serê wî ket û bi giranî birîndar bû. Pektaşê rakirin nexweşxanê ligel hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Pektaş ê bavê 3 zarokan piştî lêpîrsîna dozger rakirina Morga Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê.   
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.