‘Ji her 3 xwendekaran yek jê birçî diçe dibistanê’

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên Ajansa Plankirinê ya Stenbolê, ji her 3 xwendekaran yek jê birçî diçe dibistanê. 
 
Bi destpêkirina serdema perwerde-fêrkirinê ya sala nû re newekheviya di navbera zarokan de jî xuyanîtir bû. Zêdetirî 20 milyon xwendekaran duh dest bi dibistanan kir. Serokê Ajansa Plankirinê ya Stenbolê (ÎPA) Bugra Gokçe daneyên têkildarî xweyîbûna zarokan parve kir. 
  
Li gorî daneyan, li Tirkiyeyê ji her 3 xwendekaran yek jê beriya biçe dibistanê nikare taştê bixwe; ji sedî 60’ê xwendekaran hefteyê herî kêm carekê nikare taştê bike û ji sedî 19,2’yan jî ji ber bêperetiyê hefteyê herî kêm rojekê birçî dimîne. Di heman demê de ji sedî 2’yê zarokan piştî dibistanê nikarin şîvê bixwin û ji sedî 1,9'ê jî ji ber sedemên aboriyê her roj birçî dimînin. 
 
Gokçe, da zanîn ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê biryar daye ku 2 milyon paketên xwarinê li xwendekarên dibistanên seretayî û navîn belav bikin. Gokçe, anî ziman ku rêveberiyên herêmî nikarin vê berpirsyartiyê li xwe bigirin û divê her roj danekê xwarinê bêpere be û xwarinên bitendurist bên dayin.