Karker û cotkar tev bi gazin in

AMED - Jinên karker di bin germahiya 40 dereceyî germê de rojê 14 saet dixebitin û keda ku heq dikin jî nikarin bistînin. Xwediyên zeviyan jî gotin ku cotkar nayên destekkirin û ew bi pirsgirêkanre rû bi rû dimînin. 
 
Li gundê Xana Gewrê ya bi ser navçeya Erxenî ya Amedê jin di hişkkirin û zuhakirina bacanan ango firingiyan de dixebitin. Karê wan serê sibê saet di 05.00’an de dest pê dike û heta êvarê saet 19.00’an berdewam dike, di bin germa ku di ser 40 dereceyî re ye rojê 14 saetan dixebitin û 2 saetan bêhnvedan dikin. Jinên karker serê her qaseyek firingiyan 10 lîre distînin. 
 
Jinan diyar kir ku ji bo 14 saetan ew dixebitin heqê keda xwe nagirin, cotkar ango xwediyê zeviyan jî jî anîn ziman ku krîza aborî bandorê li ser wan dike. 
 
KARÊ WAN BI KÊRÊ YE Û TALÛKE YE 
 
Oznûr Topal (20) ku ji navçeya Siwêregê ji bo kar bike tê navçeya Erxeniyê, ji 10 saliya xwe ve vî karî dike. Topal anî ziman ku li konê vedane dimîne û wiha got: “Em serê sibê saet di 04.30 de radibin û xwe amade dikin. Em saet di 05.00’an de dest bi kar dikin û heta êvarê saet 19.00’an dixebitin. Em di nava rojê de firingiyan hûr dikin û divê em bilez bin. Ji ber ku em serê qaseyê pere distînin. Topal anî ziman ku ji ber ku ew bi kêran kar dikin hin talûkeyan jî tîne serê wan û destê hevalek wan hatiye birîn. 
 
NE JI KÊFA XWE DIXEBITIN 
 
Topal anî ziman ku bi heqê ku distînin nikarin tiştekî bi dest bixin û got: “Her çend em ewqasî dixebitin û kêm bi dest bixin jî kes li me nafikire û li me napirse. Krîza aborî diqewime. Em dixwazin ku ew hinekî ji me fêm bikin. Kî dixwaze ji sibê heta êvarê di bin vê germê de bixebite?" Topal diyar kir ku tekane daxwaza wê ew e ku ji bo wan li navçeya xwe kar bikin derfeta kar bibînin. 
 
15 SAL IN VÎ KARÎ DIKE 
 
Ji jinên karker Fadîle Zîncîrkuran ku tevî sê zarokên xwe ji navçeya Siwêregê hatiye Erxeniyê diyar kir ku ew bi zarok û hevjînê xwe re li konê ku li zeviyê vedane dijîn. Zincirkıran diyar kir ku ev nêzî 15 sal in li zeviyan firîng-bacan û pembû berhev dikin û wiha got: “Em tu carî heqê keda xwe nagirin. Serê qaseyê 10 lîre didin me. Xwezî ev hinek bihata bihakirin. Em ji sibê heta êvarê di bin tavê de dixebitin. Divê heqê keda me bi edaletî were cihêkirin. Ez dixwazim em heqê keda xwe bistînin. Hikûmet ji vê keda erzan berpirsiyar e." 
 
KARÊ WAN GIRAN E 
 
Nurcan Topal (22) jî ku mehek e di hişkkirina bacanan de dixebite, diyar kir ku ev kar dê 15 rojên din bidome û paşê ew ê biçin pembû biçînin. Topal anî ziman ku qadên xebatê yên jinan kêm in û got ku ji her malbatekê 3-4 kes tên vir dixebitin. Topal da zanîn di van karan de zehmetî kişandine û got ku berê jî tiliyên xwe û milê xwe birîne û niha gelek caran êşa piştê dikişînin. 
 
'MA REWŞA ME NABÎNIN'  
 
Topal anî ziman ku wê beşa hemşîretiyê qezenc kiriye lê ji ber krîza aborî nikare biçe dibistanê û got: “Ji ber ku ez neçar im bixebitim û debara malê bikim. Ma qey Serokkomar û hikûmet nabînin em di çi rewşê de ne? Dizanin û ev demeke dirêj e li dijî kurdan van polîtîkayan dimeşînin. Bûye rewşek wisa ku ger em biçin bajarekî Tirkiyê û bi zimanê xwe biaxivin, yekser êrişî me dikin. Em van hemû nijadperestî û zilmê dibînin û tê serê me." 
 
'EM NIKARIN HEQÊ KARKERAN BIDIN' 
 
Cotkar Metîn Kurt jî anî ziman ku ew nikarin heqê karkeran bidin û diyar kir ku karker rojane 600-700 TL distînin, lê diviyabû herî kêm hezar û 500 TL qezenc bikirana. Kurt anî ziman ku ew qezenc nakin û ew nikarin heqê ku ji wan tê xwestin bidin û pereyê ku li ser mesrefê dane nahêle ku kar bikin. 
 
'DESTEK JI BO COTKARAN TUNE YE' 
 
Kurt diyar kir ku hikûmet destekê nade cotkaran û got ku ji sedî 25 desteka hikûmetê têrê nake û tov jî ji Îsraîlê tê kirîn. Kurt destnîşan kir ku li derveyê welat firingiyên hişk tên firotin û wiha got: “Em civakeke berhemdar û kedkar in. Niha li Tirkiyeyê tenê Antalya û Îzmîr van firingiyan distîne. Zilam li wir li ser qoltixê xwe rûniştiye û li vir bi hezaran kes ji bo wî kesî belaş dixebitin."
 
'DIVÊ LI VIR FABRÎQE WERIN VEKIRIN' 
 
Kurt anî ziman ku divê dewlet li cihên ku firîngî lê tên hilberandin fabrîqeyan veke û wiha got: “Em her roj di televîzyonan de dibînin, cotkar ji ber ku zirarê dikin û dest ji çandiniyê berdidin. Baş e, dewlet û Wezîrê Çandiniyê vê nabînin? Çima cotkar û karkeran nabînin? Rojê 100 kes li vir dixebitin û ez rojane herî kêm 50 hezar TL didim 100 kesî. Dema ku ez nikaribim qezenc bikim ez ê çawa dikaribim pereyan bidim van kesan? Eger çandinî bi ser nekeve, Tirkiye nikare bi ser bikeve. Eger çandinî îflas bike, Tirkiye jî îflas dike."