'Em tenê dikarin zebze û fêkiyên xerabe bikirin'

AMED - Li navçeya Çinara Amedê welatiyên ji bo danûstendinê çûn bazarê, bal kişandin ser debarê. Habîp Kalkan got: "Em tenê dikarin zebze û fêkiyên xerabûyî bikirin."

 
Li bazarên ku welatî ji bo zebze û fêkiyan diçinê, ji ber bihabûnê tişt nayên kirîn. Li navçeya Çinar a Amedê li bazarên ku her hefte tên danîn, welatiyan duh û îro dan ber hev û gotin ku poşetên wan tije nabin. 
 
'DIVÊ HIKÛMET BIGUHERE'
 
Mahsûn Kurt ê ku hat bazarê da zanîn ku ji ber bihabûnê êdî nikarin nan jî bikirin. Kûrt got: "Şert û mercên jiyanê gelekî zehmet in. Nanek 10 TL ye. Her meh fatura min a ceyran û avê ji hezar lîreyî nakeve. Berê mirov bi teserûfa ku bi dest dixist xaniyek dikirî. Niha em nikarin hewcedariyên malê jî bi rêk û pêk dabîn bikin. Hikûmeta niha tenê çerxa xwe dizîvirîne. Li ku derê dizî hebe, li wir pêşketina wê çênebe. Ji bo ku mirov ji vê krîzê derkeve û diziyê ji holê rake, divê hikûmet biguhere."
 
'BERPIRS ERDOGAN E'
 
Refihe Çengiyê jî da zanîn ku neçar maye bi poşetên vala vegere malê û wiha got: "Ez mehane 8 hezar lîre werdigirim. Kîloya bacanan niha bûye 30 lîre. Ji ber vê yekê dema em bi 3-4 hezar lîreyan jî bên bazarê em nikarin tiştekî bikirin. Her wiha heqê kirê, ceyran û avê jî hene. Ma wê mirov bi 8 hezar lîreyî çawa debara xwe bike. Ê ku aboriyê xistiye vî halî Erdogan e."
 
Dayika 4 zarokan Mesûre Akyolê jî diyar kir ku hevserê wê astengdar e û ji ber vê yekê bi zorê debara xwe dike. Akyolê wiha got: "Hevjîna min astengdar e û ez mecbûr im zarokên xwe û hevsera xwe xwedî bikim. Ez bi 150 lîreyî hatim bazarê. Bi vî pereyî ez ê çi bikirim? Tiştên ku ez ji bazarê bikirim têra me nake." 
 
ÊN XERABE DIKIRIN
 
Habîp Kalkan anî ziman ku ew bi meaşê teqawidbûnê hewl dide debara xwe bike û wiha got: "Kirê 12 hezar lîre ye. Ji ber krîzê em tenê dikarin zebze û fêkiyên xerabe yên li bazarê bikirin." Askerî Karadûman jî diyar kir ku ji ber bihayan nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin. 
 
Îsa Aydin ê ku li bazarê petêxan difiroşe jî wiha got: "Ji bo heqê keda xwe bigirim divê kîloya petêx bi 25-30 lîreyî bifiroşim. Cotkar bi zehmetî dixebitin, lê yên din qezenc dikin. Keda me tê xwarin. Berê xelk gava dihatin bazarê bi torbeyên fêkî dikirîn, lê niha ancax yek duyan dikirin. Ji lew re bi milet re pere mere nemaye. "
 
MA / Heval Onkol