Di kana madenê ya bêrûxset de hezaz: Karkerek jiyana xwe ji dest da

img
ZONGÛLDAK - Di kana madenê ya bêrûxsat a li navçeya Kîlîmliyê de hezaz çêbû. Karkerê di bin axê de maye jiyana xwe ji dest da. 
 
Di kana madena bêrûxsat a Kolana Mûstafa Ozkaynak a taxa Bolum a navçeya Kilîmlî ya Zonguldakê de hezaz çêbû. Sedema hezazê nehat zanîn û karkerê 54 salî Ahmet Yilmaz di kana madenê de ma di bin axê de û jiyana xwe ji dest da. Piştî hezazê tîmên rizgariyê yên ji herêmê re hatine şandin cenazeyê Yilmaz ji bi axê derxistin. 
 
Cenazeyê Yilmaz piştî karûbarên lêkolînê, ji bo otopsî were kirin, şandin morga nexweşxaneyê.