Li gorî TUÎK’ê bêkarî ji sedî 0,1 kêm bû

img

ENQERE - TUÎK’ê daneyên bêkariyê yên meha adarê parve kir û got ku li gorî mehek berê, di meha adarê de bêkarî ji sedî 0,1 kêm bû. 

 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên bêkariyê yên meha adarê eşkere kir. Li gorî TUÎK’ê; rêjeya bêkariyê li gorî mehek berê di adarê de ji sedî 0,1 kêm bû û bû ji sedî 8,6. Li gorî daneyan; hejmara bêkarên 15 salî û bi ser vî temenî de li gorî mehek berê di adaraê 19 hezar kêm bû û bû 3 milyon û 57 hezar kes. 
 
Li gorî daneyên TUÎK’ê; bêkarî di nava zilaman de ji sedî 6,8 û di nava jinan de jî jin sedî 12 e.