Ji ber qedexekirina gubre êdî tu randimanê nastînin

img

WAN- Wezareta Çandinî û Sewalvaniyê bi hinceta “ewlehiyê” firotina gubre qedexe kiribû. Ji ber vê yekê, cotkarên ku çewênder (silq/pincara şekir) danîn, tu berdarî ji berên xwe wernegirtin û niha ketine tatêla sala bê. Cotkaran balê kişand ser maliyetê û wiha bertek nîşan dan: “Hikûmetê bi enflasoyonê pişta me şikand.” 

Li gundê Pişîvank ê navçeya Westan a Wanê, cotkarên ku çewendêr (silq) danîn, bi gelek pirsgirêkan re rû bir û man. Ji ber ku Wezareta Çandinî û Sewalvaniyê bi hinceta “ewlehiyê” firotina gubreyê Amonyum Nîtrat qedexe kir, cotkaran ji berên xwe tu berdarî wernegirt. Cotkaran dest nîşan kir ku ew ji ber buhayên mazotê û pirsgirêka gubre şerpeze bûne. Cotkaran, diyar kir ku ji ber kotayê çewendêr bi erzanî tê firotin û tovên ku dewlet dide jî bêqalîte ne. 
 
PIŞTÎ ZOR Û ZEHMETIYEK 3 MEHAN ŞÎN DIBE 
 
Mikaîl Beyazit ku 16 donim çewendêr daniye, diyar kir ku dema dewletê lîsteya çewendêrê xwestiye wî 100 ton ragihandiye rayedaran, lê belê yên kota derbas kirine jî bi nêvî nêvî firotiye Fabrîkaya Şekir a Erdîşê. Beyazit dest nîşan kir ku, di 10 salên dawî de wan herî zêde îsal bereke nebaş çiniye û sedema vê jî bi tovê bêqalîte ku hatiye belavkirin ve girêda. 
Beyazit, anî ziman ku pincara ku wan çandiye ji sedî 20 wê ji bin erdê dernektiye û wiha got: “Îsal ji 5 rêzan rêzek şîn nehat. Min ev yek ji rayedaran re got, lê behane dan ber me. Paşê hîn bûm ku dewlet bi makîneyeke xerabe pincar çandiye. Ji ber vê ji 5’an parek jê mehf bû.” 
 
Zeki Beyazit ku tevî 6 xwişk û birayên xwe çewendêr çandiye wiha axivî: “Armanca pergalê ew e ku vê berê radestî kapîtalîstan bike. Yanî dewlet bi kubarî dibêje ‘ez vê berê radikim, bila Îsraîl, Îngîltere, Meksîka biçîne.’ Armanca wan ev e.” 
 
'BI ENFLASYONÊ COTKAR ECIQANDIN’ 
 
Beyazit, balê kişand ser buhayên beriya ku AKP bibe îktîdar û ev tişt gotin: “Di 2002’yan de dema AKP bû îktîdar buhayê çewendêrê 117 quriş bû. Niha 200 quriş e. Wê demê buhayê gubre yê havînî 18 lîre û yê zivistanê jî 24 lîre bû. Lê îro yê çile bûye 100 û yê havînî jî bûye 63 lîre. Li holê ye ka bê cotkar çawa dieciqînin. Dibêjin ‘Me bi enflasoyonê cotkar neeciqandine’. Derew e. Hikûmetê bi enflasyonê pişta me şikand.” Beyazit, diyar kir ku qedexekirina gubre bandoreke neyînî li wan kiriye û ji ber vê qedexeyê wî îsal 15 ton çewendêr (pincara şekir) û 10 ton fasûle zirar kiriye. 
 
DI QEYNTERÊ DE HÎLE HEYE!
 
Beyazit, derpêş kir ku bi salan e ew vî karî dike û romoqa wî 4 ton û nîvan hildigire, lê belê du qeynterên ku hatine dayîn cuda diwezinînin û serê romoqê 450 kîloyî kêm diwezinînin. Beyazit wiha got: “Romoqa min 4 ton û nîvan hildigire. Di fîşa jimare 2082’yan de ji ber xeletiya teknîkî ya teknîsyenê Fabrîkaya Şekir a Erdîşê mixabin 3 ton û 697 kîlo avêt. Em hosteyê vî karî ne. Lê mixabin kesek tune ku em derdê xwe jê re bibêjin. Ji me re dibêjin qeynter wisa wezinandiye, tiştekî ku em bikin tune ye. Du qeynter hene. Min xwe li ser herduyan jî wezinand. Ya rastê min 60 kîloyî û ya çepê jî min 67 kîloyî nîşan dide. Bifikirin di 67 kîloyan de ewqas ferq hebe, ka di 10 tonî de bê çi qas heye.”