Dê li Amedê bi daxwaza ‘budçeya gel’ miting were lidarxistin

img
AMED - KESK’ê ji bo mitînga ku dê bi daxwaza “Em ji aliyê kedê ve budçeyeke demokratîk a gel dixwazin” di 2’yê kanûnê de li Qada Stasyonê were lidarxistin, banga tevlibûnê kir. 
 
Platforma Şaxên Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Saziyên Cemaweriyê (KESK) ya Amedê, ji bo mitînga ku dê bi daxwaza “Em ji aliyê kedê ve budçeyeke demokratîk a gel dixwazin” di 2’yê kanûnê de li Qada Stasyonê were lidarxistin, daxuyaniyek da. Di daxuyanîa li Şaxa Hejmar 1 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egitîm Sen) hate dayîn û Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan axivî. Kablan, anî ziman ku mafê gel ê budçeyê tê xespkirin. 
 
Kablan, axaftina xwe wiha domand: “Dema em lêçûnên budçeyê dinêrin, em dibinin ku berdewamiya polîtîkayên dijminê kedê ye. Budçeya ji bo şer tê veqetandin ne ji bo perwerdeyê ne jî ji tenduristiyê re tê veqetandin. Heman demê de ev budçe ya karsazan e. Em bi budçeyeke ku mafê jinan, ciwanan, kedkaran xesp dike re rûbirû ne. Em bang li tevahiyê gel dikin ku bila hêz bide vê mitîngê û xwedî li mafê xwe derkeve."
 
Endama Komîteya Amadekar a KESK’ê Guneş Ozel jî ev tişt anî ziman: “Desthilat bi daxwaza xwe ya çînî, bi destê xwe kavilek ava kir û hemû berpirsyariya vê kavilê dixe ser milê kedkar û gel. Em vê budçeyê qebûl nakin." 
 
Ozel, daxwazên xwe rêz kir û xwest budçeyek li gorî gel, pergaleke adîlane ya bacê, budçeyeke li gorî zayenda civakî were avakirin. Herwiha hat xwestin ku polîtîkayên ji bo budçeyek derbarê kesên rewşa wan nebaş jî werin diyarkirin û ji bo xwendekaran demeke xwarinê bêpere be.