Yildirim: Tûtin pereyê lênûsk û pênûsê ye

img

SEMSÛR – Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim, bal kişand ser zagona ku firotina tûtina pêçanê qedexe bike û wiha got: "Ger ku li Semsûrê firotina tûtinê xelas bibe dê Semsûr jî xelas bibe. Tûtin ji bo  Semsûrê mesrefa lênûsk û pênûsa dibistanê ye." 

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Semsûrê Behçet Yildirim, pêşnûmaya zagona torbe ya armanc dike ku kesên tûtina pêçanê bifiroşin wan di navbera 3 - 6 salan de ceza bike rexne kir û wiha got: "Divê hesasiyeta gel li ber çavan bê girtin. Ev pêşnûma şert û mercên gel li ber çavan nayên girtin. Ger ku ev pêşnûme têkeve meriyetê dê betalî li herêmê zêde bibe. Dê mirovan neçarî hemalî û koletiyê bike. Dê mirovan zexqî birçîbûnê bikin. Der barê mijarê de medya agahiyên rast bela nake û ser rastiyan vedişêre. Medya hawiz dibêje "Tutin çavkaniya fînansa terorê ye". Ev nûçeyên bi vî rengî şaş in. Çavkaniya van nûçeyan jî hikûmet e. 
 
‘EM Ê TÊBIKOŞIN'
 
Yildirim, anî ziman ku ew dê li keda mirovan û nanê mirovan xwedî derkevin û wiha got: "Xalên 68 û 69’ê pêşnûmayê armanc dike ku tûtina pêçanê qedexe bike. Em dê bi awayekî tund li dijî vê yekê bertekên xwe bînin ziman. Em vê yekê qebûl nakin. Em qet vê pêşnûmayê qebûl nakin. Gelê Semsûrê jî vê pûşnûmayê rakin." 
 
TÛTIN PEREYÊ LÊNÛS Û PÊNUSÊ YE
 
Yildirim, herî dawî anî ziman ku AKP 15  salin li îktidarê ye û heta niha tiştek nedaye gel û wiha bi dawî kir. "AKP behsa çandiniya avî  dike. Ger ku îro çandiniya avî xistibûna meriyetê dê rewşa çatkoran baştir bûna. Bendava Ataturk  heye, lê çotkarên li vir nikarin çandiniyê bikin. AKP 15 salin li îktidarê ye. Lê ji bo çotkaran tu tişt nekiriye. Niha yê heyî jî dixwaze ji destên çotkaran bigire. Tûtin ji bo gelê Semsûrê pereyê lênûsk û pênûsa dibistanê ye. Ger ku tûtinê qedexe bikin dê aboriya Semsûrê jî xelas bibe. Em dê tevî gelê xwe destûr nedin vê yekê."