Êdî çi xweşiya cejnan nema ye: Ji şîrînahiyê re 40 ji gulavê re 20 lîre zem hate kirin

img
AMED - Welatî beriya Cejna Qûrbanê ji danûstandinê dest vala vedigerin. Firoşkaran jî gazinkirin ku ji ber zamên ji berhemên şirînahî, goşt û tekstîlê re hatin kirin, nikarin tiştekî bifiroşin. 
 
Ji ber zemên hatin kirin û enflasyona zêde weke gelek bajaran hêza kirînê ya welatiyên li Amedê jî ket û welatî di Cejna Qûrbanê de zehmetiyê dikişînin ku danûstandinê bikin. Yek ji navçeya ku ji bo cejnê danûstandin lê tê kirin jî navçeya Sûr a Amedê ye. Her çiqas liv û tevgereke welatiyan a ji bo cejnê hebe jî ji dikanên ku dikevinê dest vala derdikevin. Zemên ku ji goşt û şirînahiyê re hatin kirin çu xweşiya cejnê nehişt. 
 
'DI DU MEHAN DE 40 LÎRE ZEM' 
 
Cîhan Karhan ê li Deriyê Çiyê dikana wî ya şirînahiyê heye, anî ziman ku ji ber bihabûna dowîzan zem ji berheman re hat û vê yekê jî bandor li bihayê şirînahiyê kir. Karhan, bi lêv kir ku di navbera Cejna Remezan û Qûrbanê de şirînahî 30-40 lîre hate zemkirin û wiha got: "Dîsa tê firotin lê hêza kirînê ya mirovan ket. Zeman bandor li me kir. Cejna derbasbûyî şirînahiya me ya herî guncav beqlaveya qedayif û guzan bû. Şirînahiyên cejna borî 180 lîreyan bûn vê cejnê bûn 210 lîre."
 
Vedat Dûran ê li Deriyê Çiyê etariyê dike jî bi lêv kir ku li gorî cejna din di vê cejnê de karê firotinê ketiye. 
 
'KES NIKARE GOŞT BIKIRE' 
 
Mehmet Alî Çolak ê ji Mêrsînê hate Amedê jî wiha got: "Niha mûçeyê asgarî bû 11 hezar û 402 lîre lê beriya ku mûçe bikeve destê me ji her tiştî re zem hat. Me mesrefên xwe yên cejnê kêm kirin û me wisa cejn pêşwazî kir. Bihayê qûrbanan gelek zêde bûne. Gelek malbat wê nikarin goşt bibin mala xwe. Divê rayedar li dijî zeman demildest bergiriyan wergirin."
 
Îzzettîn Gokalp ê bi gotina "Kîloya goşt 220 lîre ye, kî dikare bikire?" bertek nîşanî zeman da wiha got: "Kes nikare bikire. Tenê kesên dengê xwe dan hikumeta diz dikarin bikirin, ji bilî wan kes nikare bikire, ev rastiyeke. Berê em li cejnan li malên cîranan digeriyan lê êdî ew tam jî nîne. Wê demê bereket hebû niha xizanî heye."
 
NIKARE JI ZAROKAN RE CILAN BIKIRE
 
Aysel Ûçak a li Deriyê Çiyê dikan bi dikan geriya û lê nekarî ji sê zarokên xwe re ji bo cejnê cilan bikire jî wiha got: "Sê zarokên min hene tenê min karî ji kesekê re eşofman bistînim. Ne pêkane pêlav, pantor û tîşortan bikirin lê dinêrin lê nikarin bistînin. Ji ber di malê de xebatkarek tenê heye, her zarokên min jî dixwînin. Em nikarin tu pêdiviyên wan bi awayekî rêk û pêk bi cih bînin. Min nekarî di vê cejnê de goşt bistînim ji ber ku gelek bihayê, an ku bi zehmetî debara xwe dikin. Berê di navbera mirovan de evqas ferq nebû. Li mala herkesî goşt hebû niha ferq heye. Her ku diçe hêza kirînê dikeve, her roj ji roja din xerabtir e."
 
'JI GULAVÊ RE DI NAVA DU MEHAN DE 20 LÎRE ZEM KIRIN' 
 
Bunyamîn Sekmen ê anî ziman ku ne welatî ne jî dikandar ji danûstandina cejnê keyfxweş nînin wiha got: "Gel bihayê tiştan dipirse û diçe." Sekmen ê bi firotina gulavê debara xwe dike, destnîşan kir ku ji ber bihayên zêde gel nikare danûstandinê bike. Sekmen ê şûşeya gulavê ya di destê xwe de nîşan da bi van gotinan bertek nîşan da: "Cejna din an ku beriya du mehan 30 lîre bû niha em bi 50 lîreyî difiroşin. Ez 5 lîreyan qezenc dikim. Yê distîne jî daxistinê daxwaz dike, ez çawa daxînim. Min cejna din ji sedî 70 malên xwe firotibûn. Hewl didin bi ser dolarî mal bifiroşin. Berdin êdî em bêhnê bistînin bes e. Mirov hatine rewşa ku êdî nikarin nan bibin mala xwe. Heke hûn nikarin bi rê ve bibin, berdin biçin. Mûçeyê em digirin heliya û çû. Em zar û zêc perîşan bûn."
 
Îbrahîm Ozer ê bi firotina cilan debara xew dike jî ji bihabûnê gazin kir. Ozer, anî ziman ku bilindbûna dolarî bandor li kirîna berheman jî kir û wiha got: "Ez ji her berhemê difiroşim re lîreyek û nîv pere qezenc dikim. Em ji serê sibê heta êvarî li ber tavê dixebitin. Rojê herî zêde 50 lîre qezenc dikim." Ozer, destnîşan kir ku polîtîkayên aboriyê yên xelet ên desthilatê krîzê kûrtir dike.