Hatine asta ku dest ji sewalvaniyê berdin: Nexweşîna tebeqê, bihabûn, koçberî...

img
ERDEXAN - Li Erdexanê beriya Cejna Qurbanê ji ber nexweşîna tebeqê li 99 gundan karantîna hat pêkanîn. Sewalvanan diyar kir ku sewalvanî ji ber negirtina tevdîran hatiye asta qedandinê. 
 
Li Tirkiye û Kurdistanê ji ber nexweşîna tebeqê girtina bazarên heywanan, bandoreke neyînî li sewalvanan dike. Bi taybetî jî beriya Cejna Qurbanê girtina bazarên heywanan û qedexekirina firotina heywanan a ji ber nexweşîna tebaqê kirine ku sewalvan topê biavêjin. 
 
Hefteya borî Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Erdexanê, ji bo pêşîgirtina li nexweşîna tebaqê li 37 gundên girêdayî navendê, 38 gundên girêdayî navçeya Mêrdînîkê, 20 gundên girêdayî navçeya Xaçrêkê û 4 gundên girêdayî navçeya Dehmalê bi giştî li 99 gundan karantîna pêk anî. Karantînaya li van gundan didome, lê Midûriyeta Çandinî û Daristanê heya niha neçûye van gundan û ji bo nexweşînê tu tişt nekiriye. 
 
Sewalvanên gundê Redkan ê navçeya Mêrdînîkê bertek nîşanî vê dan û gotin ku ger wiha bidome dê sewalvanî nemîne. 
 
BIHABÛNA FIYETÊ HEYWANAN
 
Cîhan Hoş diyar kir ku fiyetê dermanên heywanan biha bûne û got ku dermanên 30 lîreyî ku par didan çêlekan îsal bûne 160 lîre. Hoş da zanîn ku dermana vîtamînê ku par bi 60 lîreyî bû îsal bûye 600 lîre û got: "Em sewalvaniyê dikin, lê gava em heywanekê difiroşin em nikarin yeke din bikirin. Em sewalvaniyê dikin, lê em ditirsin biçin klînîka beytar." 
 
'EM DEST JI SEWALVANIYÊ BERDIN'
 
Hoş bilêv kir ku ji ber ku nexweşîna tebeqê berbelav bûye zehmetiyê dikişînin û got: "Niha jî dibêjin nexweşîna tebeqê heye. Radibin ji Egeyê heywanan tînin vir û bi xwe re nexweşîna tebeqê tînin. Mixabin wesayîtên ku heywanan pê tînin naşon û derman nakin. Serokkomar fiyetê dermanekî kiriye 600 TL û nafikirin ku dê mirov çawa van dermanan bikirin. Heke em şîr û penêrê heywanan nefiroşin em ê nikaribin debara xwe bikin. Kes guh li vê herêmê nake. Heke wiha bidome em ê jî dest ji vî karî berdin." 
 
Alî Yeşîldag ê ku ji Îdîrê hatiye û li Erdexanê şivantiyê dike jî bilêv kir ku ji ber ku dermanên vîtamînê nadin heywanan, heywan bi nexweşîna tebeqê dikevin û got ku ev nexweşîn beriya Cejna Qurbanê belav bûye û bang kir ku tevdîrek bê girtin. 
 
BI DERFETÊN XWE TEVDÎRÊ DIGIRIN
 
Ûmût Hoş ê ku 20 sal in li gundê Redkanê sewalvaniyê dike anî ziman ku ji ber zêdebûna mesrefan êdî nikarin sewalvaniyê bikin. Hoş bal kişand ser bihabûna fiyetê ka, êm û dermanan û got ku êdî di ber mesrefan re nagihên. Hoş wiha domand: "Beriya Cejna Qurbanê nexweşîn çêbû. Ev zirarê dide me. Midûriyeta Çandiniyê ya Navçeyê tu tişt nekirine." 
 
Hoş diyar kir ku ew bi derfetên xwe heywanên xwe ji nexweşînê diparêzin û got ku ev jî di warê aborî de barê wan giran dike û heywanên wan dimirin. 
 
Hoş ku got "Berê li gundê me 260 malbat hebûn, lê niha 30 malbat mane. Belkî sala bê ev qas kes jî nemînin" ev tişt gotin: "Mirov ji ber vê neeleqedariyê heywanên xwe difiroşin û koç dikin. Kesên diçin jî mixabin li bajarên Tirkiyeyê bi meaşê kêm dixebitin." Hoş da zanîn ku hê jî li gelek gundan beytar tune ne û got ku ji ber vê çareyek ji vê nexweşîna heywanan re nayê dîtin. 
 
Hoş bal kişand ser pirsgirêkên sewalvan û gundiyan û ji bo çareseriyê wiha axivî: "Min sê sal berê ji banedar pere wergirt û min jê re got ez ê di deh salan de 30 ton şîr bidim te. Du salan hişkesalî çêbû û îsal jî nexweşîn çêbû. Mixabin hê jî tonek şîr deynê wî li min e. Xwezî me ji selefxuran pere wergirta, lê ji wî negirta. Banedar diçe ji bankeyê krediyê dikişîne û pereyê me pêşin dide, em gundî jî 3-4 salan ji bo wî dixebitin. Ji bo xelasiya ji vê yekê pêdivî bi kooperatîfê heye. Lê êdî ji bo wê jî dereng e. Ji lew re li herêmê sewalvanî nema. Ji ber ku di destê gundiyan de heywan neamen, avakirina kooperatîfê jî dê bi kêr neyê. Tekane çareserî, vegera kesên çûyî ye. Ji bo vê jî divê fabrîke bê vekirin. Ev der cihê sewalvaniyê ye, lkê hê jî fabrîkeyeke çerman tune ye."