KESK: Bila tazmînatên erdhejê yên kedkaran bên dayîn

img
EDENE - Platforma Şaxan a KESK’a Edeneyê xwest ku tazmînatên erdhejê yên kedkarên cemaweriyê yên bajar bên dayîn. 
 
Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Edeneyê bi daxwaza dayîna tazmînatên kedkarên cemaweriyê yên Edeneyê ku di erdhejên 6’ê Sibatê de bibandorbûn daxuyanî da. Daxuyanî li Şaxa Sendîkaya Xebatkarên Veguhestinê yên Yekbûyî (BTS) hate dayîn. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa BTS’ê Tonguç Ozkan axivî û da zanîn ku tazmînatên erdhejê yên ku dihat gotin dê bidin xebatkarên li bajar nehatine dayîn. 
 
Ozkan, destnîşan kir ku gelek kedkarên cemaweriyê yan qet ji vê tazmînatê sûd negirtine yan jî kêm hatine dayîn. Ozkan, got ku kedkarên cemaweriyê hatine mexdûrkirin û wiha bi dawî kir: “Her wiha gelek kedkarên cemaweriyê ên li Yenîce, Tarsus, Mêrsîn û deverên din ên nêz dixebitin û di dema erdhejê de li cem malbatên xwe yên li herêmên erdhejê bûn jî ji vê tazmînatê sûd nagirin. Em dixwazin ku mexdûriyetên ji ber tazmînata erdhejê derdikevin ji holê bên rakirin. Ji bo vê jî bila di Giştînameya Serokkomariyê de bila guherînên pêwîst bên kirin û vê tazmînatê bidin tevahiya xebatkarên cemaweriyê yên di nava sînorên Edeneyê de dijîn.”