Aborîzan Altintaş: Piyase bêbiryar in

img
ENQERE - Aborîzan Mûstafa Altintaş diyar kir ku piştî encamên hilbijartinê piyaseyan jî berteka xwe daye der û got: "Ji duh ve hemû nîşane ber bi jor ve ne. Lê ya girîng ew e ku tê payin dê nîşane li wir nemînin, hîn ber bi jortir ve biçin."
 
Di tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de namzetê Tifaqa Cumhûrê Tayyîp Erdogan bi ser ket. Beriya hilbijartinê bi hefteyekê piyase ji nişkave bilind bûbûn û di piyaseyan de krîza dowîzan rû dabû. Ev yek bû cihê fikaran. Li gel vê rezervên Bankeya Navendî jî daketin biniya sifirê. Lê tevî yekê jî roja yekşemê hilbijêran cardin got Erdogan û ew hilbijartin.
 
Aborîzan Mûstafa Altintaş encamên hilbijartinê nirxandin. 
 
Altintaş diyar kir ku piştî encamên hilbijartinê piyaseyan jî berteka xwe daye der û got: "Ji duh ve hemû nîşane ber bi jor ve ne. Dolarê DYA'yê 19,96 TL bû, gihîşt 20.08 TL'yan. Euro 21,37 TL bû, gihîşt 21,59 TL'yan. Xirama zêer 1249 TL bû, gihîşt 1255 TL'yî. Borseya Stenbolê ji 4 hezar û 530'yî çû 4 hezar û 782'yan."
 
Altintaş detsnîşan kir ku lê ya girîng ew e ku tê payin dê nîşane li wir nemînin, hîn ber bi jortir ve biçin û wiha domand: "Nîşaneyeke din jî ew e ku ferqa di nava kirîn-firotinê de zêde dibe. Piyase bêbiryar in. Bêbiryarbûn jî dibe sedema spekulasyonê. Nîşaneyeke din jî, çendî bikaranîna pere, asta faîzî kêm tê nîşandan jî, faîza mewdûat û krediyê di ser ji sedî 40'î re ye. Ev nîşane hemû pêşiya berpêbûyîneke demdirêj digirin." 
 
Altintaş diyar kir ku dê welatî ji ber polîtîkayên AKP'ê hebûna xwe di "xefika meaşê kêm/heqdesta birçîbûnê" de bidomînin û got: "Ev jî tê wê wateyê ku belavkirina dahatê jî dê bibe cihê encameke li dijî xizanan."