Piştî hilbijartinê dolar, euro û zêr zêde bûn

img
ENQERE - Piştî hilbijartina serokkomariyê ku Erdogan bi ser ket, piyasa dovîz û zêr jî biha bûn. 
 
Piştî ku di tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de namzetê Tifaqa Cumhur Tayyîp Erdogan bi ser ket, dolar, euro û zêr jî bi bihabûnê dest bi rojê kirin. Di piyasayan de dolar bi ser 20 lîreyê tirk ket. Roja înê dolar 19,96 lîreyê tirk bû û dolar îro derket 20,1630 lîreyê tirk. Euro jî ji 21,4168 lîreyên tirk derket 21,50 lîreyan. 
 
Xerama zêran jî bi hezar û 250 lîreyê tirk dest bi piyasayê kir û di van kêliyan de hezar û 253 lîreyê tirk e. 
 
DIBE KU DOLAR BIHA BIBIN 
 
Bidawîbûna hilbijartinê re niha çavê her kesî li ser piyasayê ye û her kes difikire wê rêveberiya aboriya nû û polîtîkayên aboriyê çawa bin. Pisporên aboriyê diyar dikin ku wê dolar bihatir bibin.