Dolarî rekorên hemû deman derbas kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dolar li hemberî TL’ê derket 20,18’an û rekorên hemû deman derbas kir. 
 
Lîreyê Tirk li hemberî dolar her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe. Piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê ketin û zêdebûna di dolar de berdewam dike. Dolar, îro di seansa serê sibehê de 20,18 TL’an. Dolarê ku bi ser 20 lîreyan ket, rekora hemû deman derbas kir. Dolar, îro ji saet 08.20’an ve bi 19,82 TL'an dest bi kirariyan kir. 
 
Euro jî di seansa serê sibehê de 22 lîre derbas kir û bû 22,27 TL. Euro, bi 21,47 TL’an tê firotin.