Kedkar li Qada Tandogan in: Em ê li dijî faşîzmê mil bidin milê hev

img
ENQERE - Kedkarên bi daxwaz û dirûşmeyên xwe herikîn Qada Tandogan a Enqereyê bi pankarta “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” banga têkoşîna hevpar kirin. 
 
Li Enqereyê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Têkoşîn û Piştevaniyê li Qada Tandoganê mitîngeke girseyî hate lidarxistin. Di pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) de ligel karker û kedkaran di serî de pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê gelek partiyên siyasî, rêxistinên jinan û ciwanan û gelek rêxistinên ked û pîşeyî bi awayekî kortej ber bi Qada Tandogan ve meşiyan. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Enqereyê tev li kortejê bûn. 
 
LI QADÊ PIŞTEVANIYA BI ÇAPEMENIYA AZAD RE 
 
Li Qada Tandoganê ji bo qurbaniyên erdheja 6’ê sibatê ku navenda wê Mereş bû bi helbesta Adnan Yucel re rêz hate girtin. Li Qada Tandogan a bi gerandina govendê re tejî bû pankartên “Berxwedanê mezin bike, berxwedanê bi rêxistin bike” , “Bijî 1’ê Gulanê” , “Parastin wê serî netewîne” , “Dîsa em, reyna ma” , “Em li vir in em ê bi jinan re biguherînin” hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bi tena serê xwe xelasî nîne. An bi hev re an jî tu kes ji me” , “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” , “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Em ê bi yekbûnê re serbikevin” berz kirin. 
 
Girtin û binçavkirina kedkarên Çapemeniya Azad ên di çarçoveya lêpirsînên navenda wan Amed û Enqereyê li qadê bi dirûşmeyên “Çapemeniya Azad nikare bê bêdengkirin” û “Parastin bêdeng nebû wê bêdeng nebe” hate şermezarkirin. 
 
‘ÎRO ROJA KESÊN BERDÊL DANE YE’ 
 
Serokê Şaxa Hejmara 2’yan a Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê û Zanîstê (EGÎTÎM-SEN) yê Enqereyê û ji Komîteya Amadekar ê 1’ê Gulanê Huseyîn Koklu, diyar kir ku 1’ê Gulanê roja kedkaran û rojnamevanên ji bo mafê agahî wergirtinê parastin hatin cezakirinê ne û wiha got: “Îro ne roja kesên bi hêza dewletê zilmê li gel dikin, îşkencekaran û zodaran e îro roja kesên berdêl dane, şoreşger, welatparêz û kedkaran e. Îro roja hêviyê, roja xwişk û biratiyê û roja hezkirinê ye. Ev qelebalixa ku îro li vir  kombûye baweriya me ya ji bo rojên xweş û biryardariya me zêde dike.”
 
Ji Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) Ozlem Ateş, bi kurdî axaftina vekirinê kir. Piştî axaftinan hunermend Îlkay Akkaya derket ser dikê û ji bo kedkaran stranên xwe pêşkeş kirin. 
 
POLÎSÊ KU GOT ‘MAKEQANÛN NÎNE’ PARÊZER DERB KIR
 
 
Dema mitîngê berdewam dikir, parêzer Omer Oneren ê xwest bikeve qadê di noxteya lêgerînê de rastî êrişa polîsan hat. Oneren, da zanîn ku li ser diyar kir li gorî qanûnan kesê li ser wî bigere divê nasnameyê nîşan bide, polîsekî bi gotina “Li vî welatî Makeqanûn nîne. Tu qala kîjan hiqûqê dikî” êrişî wî kir û di encama êrişê de kete erdî û dema dixwest serê xwe biparêze birîndar bûye. Oneren bi lêv kir ku polîsê êrişî wî kiriye ji bo neyê teşhîs kirin bi beziyaye û reviya ye.