Kesên di 1’ê Gulana 1977’an de li Taksîmê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn

img
STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû ku li ser navê kesên 34 welatiyên li Hevraza Kazanci hatin qetilkirin bi bîr anîn axivî, diyar kir ku dê pergala bêhiqûq û qedexeker biguherînin û hemû karker û kedkar vexwendin qadên 1’ê Gulanê. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB), Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) û Yekitiya Bijîşkên Diranan a Tirk (TDB) komkujiya 1’ê Gulana 1977’an a li Taksîmê li Hevraza Kazanci şermezar kir û kesên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Di bîranînê de Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû, Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şukran Kablan, Sekreterê Odeya Bijîşkan ê Stenbolê Ertûgrûl Orûç û Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Ozturk Turkdogan, Kezban Konûkçû, Çîçek Otlû û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Oya Ersoy, gelek xebatkar û nûnerên sendîkayan amade bûn.
 
KESÊN HATIN QETILKIRIN NEHATIN JI BÎR KIRIN
 
Koma ku li noxteyeke nêzî Qada Taksîmê civiyan bi pankarta “Bijî 1’ê Gulanê” û qurnefîlan ber bi Hevraza Kazanci ku di 1’ê Gulana 1977’an de karker û kedkar lê hatin qetilkirin ve meşiyan. Piştî bi dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” , “Şehîdên şoreşê nemir in” , “Em ê bibin yek û wisa qezenc bikin” û “Qada 1’ê Gulanê Taksîm e” meşiyan li cihê karker û kedkar lê hatin qetilkirin rêz girtin. Pişt re navên 34 kesên hatin qetilkirin yek bi yek hatin xwendin û bi yek dengî bi gotina “dijîn” hate qîrkirin. 
 
BARÎKAT SEMBOLA PERGALA BÊHIQÛQ IN
 
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû qala girîngiya Taksîmê ya ji bo karkeran kir û bal kişand ser barîkatên polîsan. Çerkezoglû di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ev welat welatê hemû qedexeyan û hişmendiya qedexeker e. Dê 1’ê Gulana 2023’yan bibe sala dawî ku Taksîm were qedexekirin. Ev barîkat gelek tiştan ji me re vedibêjin. Ev barîkat li welat bûn sembola pergala bêhiqûqiyê, zextker û otoriter.”
 
BANGA 1’Ê GULANÊ
 
Çerkezoglû, destnîşan kir ku wê di demekî nêzîk de barîkatan hilweşînin û bi bîr xist ku wê 1’ê Gulana îsal bi dirûşmeya “Ked a me ye, pêşeroj a me ye” pîroz bikin û ji bo destpêkeke nû herkes vexwend qadên 1’ê Gulanê.
 
Piştî axaftina Çerkezoglû komekê qûrnefîl danîn li Hevraza Kazanci û bîranîn bi dawî kirin. 
 
FAÎL DIYAR IN 
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Hewldana 78’an, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk, Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran, Karên Hunerê yên Li Dijî, Partiya Şoreşger û Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê jî di nav de gelek kes hatin cemhev. Parlamenterê HDP'ê Mûsa Pîroglû û namzetê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Hakan Ozturk jî tevli çalakiyê bûn. 
 
Berdevkê Komeleya 78’an Celalettîn Can ê li vir axivî diyar kir ku faîlên komkujiyê diyar in û wiha got: “Bi ser komkujiyê re 46 sal derbas bûn. Rastî ew e ku hêza esas ya ku dewletê bi rê ve dibe, dest neda faîlên komkujiya 1’ê Gulanê û faîlên hemû komkujiyên faîlên wan diyar veşartin û parastin. Tişta ku esas pê re hevrûbibin û hesabê jê pirsin ev e.”
 
ROJA BÊJIN RAWESTE 14’Ê GULAN E
 
Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû yê qala hilbijartinên 14’ê Gulanê kirin jî, anî ziman ku divê ev êriş û dorpêç neyê ji bîr kirin. Pîroglû bal kişand ku dema ji van re bêjin “Bes e” hatiye û îşaret bi 14’ê Gulanê kir.  
 
Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk jî banga ku di 14’ê Gulanê de deng bên bikaranîn û desthilata AKP’ê û MHP’ê bişînin kir. 
 
Piştî axaftinan qûrnefîl danîn li Hevraza Kazanci û qûrbanî hatin bibîranîn.