Li Şirnexê ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî hat dayîn

img
ŞIRNEX - Li Şirnexê starta mitînga 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran hat dayîn. 
 
Li Şirnexê Hêzên Ked û Demokrasiyê starta 1’ê Gulan Roja Cejna Karkeran da. Hevserokên Nûnertiya DÎSK'ê Siyajîn Bûrûntekîn û Ayhan Ergen, endam û rêveberên KESK, DÎSK, tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya ku li avahiya KESK’ê hat lidarxistin de pankarta “Bijî 1’ê Gulanê” hat vekirin. 
 
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Nûnertiya DÎSK’ê Ayhan Ergen ve hat xwendin. Ergen diyar kir ku ew ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin û wiha got: “Em kedkar û gelê me di her warî de ji aliyê kapîtalîzmê ve bi neyîniyan re rûbirû ne. Em bûdceya ku dewlet ji bo şer veqetîne qebûl nakin. Heta keda me hebe em ê têkoşîna xwe bidomînin, têkoşîna me wê bi ruhê 1’ê Gulanê mezin bibe. Em ê di 14’ê Gulanê de bi hêza ku ji ked û kedkaran distînin, helwesta xwe ya li dijî rejîma mêtinger li qadên 1’ê Gulanê bi tabloyêk mezin nîşan bidin. Em kedkar û parêzvanên vî bajarî, yên ku ji bo mafên mirovan û azadiyan têdikoşin û hemû partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk ên vî bajarî vedixwînin qada 1’ê Gulanê.”
 
Ergen got ku wan ji bo mitînga 1’ê Gulanê serî li walitiyê dane û ew ê di çarçoveya xebatan de bi karker û kedkaran re bicivin.