Fatûreyên sala nû hatin: Me gaz dît biha bû, me petrol dît biha bû

img

RIHA - Rihayiyên ku bi meha çileyê re fatûreyên bargiran ji wan re hatine, diyar kirin ku meaşê kêm û meaşê teqawiden berî ku têkeve bêrîkê dihele û got: "Em çi bibînin biha dibe. Me gaz dît, biha bû." 

 
Di sala nû de meaşê kêm û meaşên xebatkarên din hatin bihakirin, lê ji ber bihabûnê tu tişt nayê kirin. Di sala nû de fatûreyên gazê û ceryanê bi milyonan kesî heyirandin. Rihayiyên ku bi van fatûreyên bargiran re rû bi rû mane, diyar kirin ku meaşê kêm û meaşê teqawiden berî ku têkeve bêrîkê dihele û got: "Em çi bibînin biha dibe. Me gaz dît, biha bû." 
 
JI SEDÎ 300 ZEM
 
Welatiyê bi navê Mesût Yildiz, anî ziman ku fatûre zêde tên û got ku fabrîkeyên şekir, TEDAŞ, PTT hwd. berpêşî "alîgirên AKP'ê" hatine kirin. Yildiz bilêv kir ku meha borî fatûreya wî ya ceryanê 600 TL hatiye û got: "Li mala me tişta binî xaliyan germ dike heye. Em zivistanê wê dixin bin xaliyan. Ew heye û lembe hene, wekî din tiştek tune ye. Lê vê mehê fatûre 800 TL hat. Ji sedî 300 zem kirine. Tayyîp Erdogan her tişt firotiye. Tirkiye top avêtiye. Niha jî dibêje ez ê çawa pereyan qezenc bikim. Ji TEDAŞ'ê, ji PTT'yê qezenc dike." 
 
'QELÎTE KÊM BÛ, FIYET BIHA BÛN'
 
Gokhan Arslan jî diyar kir ku xaniyê wan ê bi sobe ye û got: "Fiyetê komirê firiya. Par me tona komirê bi hezar TL'yî dikirî. Niha tona komirê bûye 3 hezar û 500 TL. Sedema vê enflasyon û bêqîmetbûna pere ye. Ji ber ku enflasyon zêde ye, her tişt biha bûye. Komir jî biha bû." 
 
Welatiyê bi navê Ramazan Kizilelma da zanîn ku berê fatûreya wî ya ceryanê 60 û ya avê 70 TL dihat û got: "Îsal min êzing û komir nekirîn. Min sobeyeke biçûk vêxist. Lê vê mehê fatûreya min 360 TL hat." Kizilelma destnîşan kir ku qelîteya jiyanê kêm bûye, lê fiyet biha bûne. 
 
'EM ÇI BIBÎNIN BIHA DIBE'
 
Mîkaîl Yapici jî diyar kir ku li malê 6 kes in û got ku îsal çendî zivistan ne pir sar e jî, fatûreya wî ya gazê meha borî hezar û 400 û ya vê mehê jî hezar û 800 TL hatiye. Yapici da zanîn ku di ÎŞKÛR'ê de dixebite û got: "Meaşê min, meaşê kêm e. Têra tu tiştî nake. Em çi bibînin biha dibe. Me gaz dît biha bû. Me petrol dît, biha bû." 
  
Halîl Kûşê teqawidbûyî jî destnîşan kir ku fiyetên gaz û ceryanê li gor par ji sedî 200 zêde bûne û got: "Meaşê me zêde kirin, lê em wî jî didin heqê fatûreyan." 
 
'BERPIRS DEWLET E'
 
Welatiyê teqawidbûyî Ramazan Henteş jî anî ziman ku li malê 5 petekên gazê hene, lê tenê 3 heb dixebitin û got, lê dîsa jî fatûreya wî hezar û 300 TL hatiye. Henteş bilêv kir ku fiyet ji sedî 300 biha bûne û wiha pê de çû: "Ji ber ku enflasyon zêde bû, ew jî zêde bû. 2 hezar li meaşê me zêde kirin, lê hemû çû ji fatûreyan re. Ger ji gund alîkarî neyê, em nikarin bi 5 hezar û 500 TL'yî debara xwe bikin. Sedema vê rewşê nebûna hilberînê ye. Divê ji bo mazot û guber alîkariya cotkaran bike ku maliyet kêm bibe û zexîre biha nebin. Berprisê vê dewlet e." 
 
Halîl Coşkûn jî da zanîn ku fatûreya wî ya ceryanê 550 TL û ya gazê jî 800 TL hatiye. Coşkûn bal kişand ser bihabûnê û got: "Sedema vê bihabûnê rêveberiya xirab û nebûna edaletê ye." 
 
MA / Omer Akin - Mujdat Can