Karkerên înaşetê li Amedê çalakî kirin: Bila bihayê herî kêm 600 lîre be

img
AMED - Karkerên înşaetê yên Amedê ji bo protestokirina heqdestê yewmiyeyê û mercên xebatê çalakî li dar xistin. Kakeran xwestin ku bihayê herî kêm ê yewmiyeyan bib 600 lîre. 
 
Kakerên înşaetê yên Amedê bi mebesta protestokirina heqdestên yewmiyeyê, mercên xebatê û zexta kar a roj bi roj zêdetir dibe, li Qada Şêx Seîd daxuyanî dan. Platforma Ked û Azadiyê ya Amedê, Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û nûnerên partiyên siyasî jî tev li daxuyaniya karkeran bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Keda min mafê min e”, “Yekitiya karkeran dê sermayeyê têk bibe” û “Karkerên înşaetê bi tenê nînin” hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de karkeran gelek caran dirûşmên “Em karker in bira ne dê li ber xwe bidin” , “Em ê mafê xwe yê grevê bi dest bixin” û “Bijî berxwedana karkeran” berz kirin. 
 
'EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN’
 
Ji karkeran Ramazan Kurt diyar kir ku bi yewmiyeyên heyî nikarin debara xwe bikin û wiha got: “Ji me tu kes nikare mîna berê bi yewmiyeyên heyî debara mala xwe bike. Em bi zemên heyî re nagihijin. Sînorê xizantiyê bûye 26 hezar û 500 TL. Di rewşeke wiha de dev ji sînorê xizantiyê berdin, em heqdestekî di bin sînorê birçîtiyê de digirin. Kêmtirîn mûçe bûye 8 hezar û 500 TL lê em ji wê jî kêmtir mûçe digirin. Yek ji sektora herî birîsk jî înşaete lê ne betlaneyên me yên biheq û ne jî mafên me yên civakî hene.” 
 
‘BIHAYÊ HERÎ KÊM DIVÊ 600 TL BE’
 
Bi domdarî Kurt diyar kir ku li ser înşaetan gelek caran qeza çêdibin ku karker jiyana xwe ji dest didin û wiha bi dawî kir: “Tu sîgortayên civakî yên karkeran nînin ku jê sûd bigirin. Li gorî daneyên cîhanê, di her 15 saniyeyan de karkerekî înşaetê ji ber qezayên kar an jî nexweşiyên pîşeyî jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyên qezayên kar; li Tirkiyeyê ji her 280 qezayên kar di qezayekê de karkerek dimire. Em bi mirinê re rûbirû dixebitin. Em dixwazin ku mafên dane madenvanan bidin karkerên înşaetê jî. Her wiha bila mafê teqawidbûna pêşwext bidin me jî. Li Amedê par fiyetên daîreyan li Amedê derdora 700 hezar TL’an bû lê niha 4 qet zêdetir bûne. Em dibin zemên xaniyan de difetisin. Mûçeyên me bi têrî heqê ard, rûn, şekir û rê nakin. Lewma jî divê bihayê herî kêm ê yewmiyeyên me bibe 600 TL. Ji vir û şûnde her cara ku kêmtirîn mûçe tê diyarkirin, em ê heqdestê xwe du qet ji kêmtirîn mûçe zêdetir hesab bikin. Heta ku daxwazên me tên qebûlkirin jî dê çalakiyên me bidomin. Daxwazên me, daxwazên maf ên kedkaran in. Heta ku daxwazên me pêk tên jî dê tevî hevalên xwe çakakiya destberdana ji kar bikin. Ji bo karmendan bangek; dê heqdestê kedkaran neyê birîn û li dijî kedkaran mobbîng neyê kirin. Dê berxwedana me ya li dijî zext û kedxwariyê bidome.”