‘TUÎK enflasyonê vedişêre’

img
AMED/ÊLIH – Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê daneyên enflasyonê yên ku TUÎK’ê eşkere kir û zemkirina meaşan a ji aliyê hikûmetê ve protesto kirin û gotin: “TUÎK enflasyona rastî vedişêre.” 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî krîza aborî li ber Parka Yilmaz Guney daxuyanî da çapemeniyê. Pêkhateyên Platformê û rêveberên HDP, DBP, Partiya DEVA û gelek karmendên cemaweriyê tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa Petrol Îşê ya Êlihê Veysel Kartal daxuyanî da. 
 
Kartal anî ziman ku îktidar û TUÎK dixwaze kedkar, karker û teqawîdan bi birçîbûnê terbiye bike û wan mehkûmî birçîbûnê dike û ew her roj bi xeberên zemên nû re şiyar dibin û êdî hêza ku li ber van zeman bisekine nemaye. Kartal da zanîn ku reqamên TUÎK’ê derew in û feqîrtî rastiya civakê ye û bihabûna şert û mercên jiyanê bandorek neyînî li ser her kesî dike. Kartal xwest her kes li dijî bihabûn û feqîrtiyê têbikoşe. 
 
AMED 
 
Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê jî têkildarî daneyên enflasyonê ku Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ku eşkere kir û zemkirina meaşan li ber avahiyaTUÎK’ê û PTT’ê ya Amedê protesto kir. Gelek karmend tev li daxuyaniyê bûn. Berdevkê Demê yê KESK’a Amedê Mehmet Ûlûg daxuyanî da û destnîşan kir ku TUÎK enflasyona rastî vedişêre û li gorî polîtîkayên aboriyê yên îktidarê tevdigere û ji ber van polîtîkayan jî xelk feqîr dibe. Ûlûg got ew van zeman qebûl nakin û divê şert û mercên jiyanê biha nebin û li gorî daxwaza gel bin.