Dest ji koçertiya bi salan berdide!

img
SÊRT - Haci Çîçek ku 50 sal in li Sêrtê koçertiyê dike, diyar kir ku ji ber zextên dewletê û maliyetên bargiran dest ji sewalvaniyê berdaye û got: "Ger qedexeya li zozanên me rabe û maliyet sivik bibin dibe ku cardin dest bi koçertiyê bikim. Lê niha zehmet e." 
 
Li Sêrtê Haci Çîçek (65) ku 50 sal in koçertiyê dike, ji ber tahdeya dewletê û bargiraniya maliyetan dê 40 heywanên xwe yên mayî jî bifiroşe û dest ji sewalvaniyê berda. 
 
Çîçek diyar kir ku di 15 saliya xwe de dest bi sewalvaniyê kiriye û got ku deverên ku heywanên xw elê diçêirînin hemû wekî herêmên leşkerî hatine îlankirin. Çîçek bertek nîşanî qedexekirina zozanan da û got ku li Bedlîs û Êlihê jî êdî nikarin biçin zozanan. Çîçek destnîşan kir ku li van deran zozan kirê kirine û ji bo 4 mehan 100 hezar TL kirê daye, lê tiştek jê re nemaye.
 
ZEXT ZÊDE BÛN
 
Çîçek bal kişand ser zextên di bin navê "ewlehiyê" de li wan tên kirin û maliyeta bargiran. Çîçek bilêv kir ki ji ber van sedeman êdî naxwaze vî karî bike. Çîçek ku ji ber van sedeman mala xwe aniye navenda bajêr û got ku ji ber bihabûnê êdî nikarin kayê û êm bistînin. Çîçek da zanîn ku 40 heywanên xwe yê mayî jî bifiroşe dê dest ji sewalvaniya 50 salî berde. 
 
Çîçek da zanîn ku sewalvanî 12 mehan didome û got: "Gava pêvajoay şerî tune bû, li zozanên xwe me bi dilxweşî ev kar dikir. Lê niha zozanên me qedexe ne. Em 100-200 hezar TL kirê didin û diçin zozanine din. Ev jî di warê aborî de barê me giran dike. Êdî em nikarin ji bin mesrefan rabin. Koçertî sedema jiyana me bû. Koçertî tişta herî xweş a cîhanê ye. Lê niha bûye tiştekî rezîl. Her der qedexe, mesref zêde." 
 
Çîçek anî ziman ku penêr, şîr û mastê bi dest wan dikeve têra mesrefa ku dikin nake û got: "Ji bo koçertiyê bidomînim, min pir li ber xwe da." 
 
MA / Fethî Balaman