Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike

img
WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tevî biryara dadgehê jî, cara 4’emîn e ku 306 karkeran bi hinceta mulaqata nagire kar û mexdûr dike. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê 306 karker ji kar derxistibûn û karkeran jî doz vekiribûn. Dadgehê biryar da ku karker dîsa li karê xwe vegerin. Lê belê bû cara 4’emîn ku rêveberiya qeyûm her 306 karkeran bi hinceta mulaqata devkî nagire kar. Kedkaran, têkildarî mijarê li Eywana Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Wanê daxuyanî dan. Parêzer û gelek nûnerên rêxistina civaka sivîl ji bo piştgiriyê tev li daxuyaniyê bûn.  
 
DI 4 MULAQATAN DE JÎ NEHATIN QEBÛLKIRIN 
 
Li ser navê karkeran Zafer Uyar axivî û wiha got: “Bi qanûna hejmar 696 a KHK’ê ve di sala 2018’an de mafê me çêbû ku şaredarî kadroyê bide xebatkarên taşeron.  Serlêdanên pêwîst hatin kirin û piştre me heq kir ku tev li mulaqatê bibin. Wezîra wê demê Julîde Sarieroglû got; ‘Dê mulaqat tenê bi formalîte bên kirin.’ Vê jî nîşan dida ku mîna her kesî em jî dê qadroyê wergirin.  Lê di mulaqata ewil de 306 karker neserkeftî hatin nîşandan û qebûl nekirin. Li ser îtîrazan jî dadgehê em 4 caran mafdar dîtin û biryara sekinandina biryarê da. Lê her carê em neserkeftî nîşan dan û qadro nedan. Li tu bajaran sepaneke wiha nîne. Di nava van 4 salan de hinek hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Ji ber van mexdûriyan hinek hevalên me întîhar kikrin. Tevî ku me ev mexdûriya xwe bi gelek deveran re parve kir jî encamek jê derneket. Di mulaqata demekî kin berê de jî em nehatin qebûlkirin. Banga me ew e ku girtekên mulaqata ku em neserkeftî hatine nîşandan bi raya giştî re bên parvekirin. Em dixwazin ku dawî li vê mexdûriyeta me bînin.”