Li Edenê komekî avêt ser nexweşxaneyê û gef li xebatkaran xwarin

img

EDENE - Komek ji 50 kesan pêk diha bi ser Serwîsa Lezgînî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Çûkûrovayê ve girt. Kedkarên tenduristiyê ji ber ku ewlehiya canê wan tune bû dest ji kar berdan. 

 
Duh bi şev komekî ji nêzî 50 kesan pêk dihat bi ser Serwîsa Lezgînî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Çûkûrovayê ve girtin. Xebatkarên tenduristiyê ji ber ku ewlehiya canê wan tune bû dest ji kar berdan. 
 
DES JI KAR BERDAN 
 
Yekitiya Bijîşkan li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal peyamek parve kirin û derbarê dest ji berdana kar de wiha gotin: “Bijîjkên me heya ku ewlehiya wan bê sazkirin û ev yek bi agahdarikinekî bi belge ji me re bê ragihandin em  dest ji kar berdidin.
 
‘HER KES BIHÎST’
 
Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) jî li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal derbarê bûyerê de ev peyam parve kir: “Li Nexweşxaneyê komek xizmên nexweşan cam û deriyan dişkînin û dibêjin ‘ger ku ez wî bijîşkî nekujim, ez ne zilam im’ û her kesek jî ev yek bihîst. Lê tu kes nehat binçavkirin.”
 
AGAHIYA KU SERVÎSA LEZGÎNÎ XIZMET NADE ŞAŞ E
 
Rêveberê Sendîkaya Yekitiya Bijîşkan Çaglar Yildirim jî têkildarî bûyerê li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Agahî ji me re hat ku endamên mê bi kontrola polîsîsan li nexweşan dinêrin. Êdî bes e. Em dixwazin ji bo bijîşkên me di cihê kar de ewlehiya wan bê sazkirin. Tê gotin ku li serwîsa me xizmet nayê dayîn. Agahiya ku serwisa lezgînî xizmet nade şaş e.”