'Tahdeya li ser tenduristiyê berhema desthilatê ye'

img

RIHA - Serokê Odeya Bıjişkan a Rihayê Bulut Ezer diyar kir ku hişyariyên wan ên li hemberî tahdeya li ser tenduristiyê esas nehatine girtin û got: "Dawiya vê yekê tune ye. Tahdeya li tenduristiyê berhema polîtîkayên tenduristiyê ya desthilatê ye."

 
Kuştina Bijîşk Ekrem Karakaya yê ku li Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê dixebitî, qanûna tahdeyê di tenduristiyê de careke din anî rojevê. Beriya kuştina Karakaya bi hefteyekê li navçeya Wêranşar a Rihayê bijîşkê bi navê Şeyhmus Baraş rastî êrîşa xizmên nexweşan hatibû. Êrişkar hatibûn binçavkirin û paşê jî hatibûn berdan. Xebatkarên tenduristiyê yên ku ji ber tundiya li tenduristiyê her tim desthilatê hişyar dikin û piştî qetilkirina hevpîşeyên wan ji bo du rojan dest bi grevê kiribûn. 
 
Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê Bulut Ezer tahdeya zêde ya li ser tenduristiyê nirxand. Ezer diyar kir ku ev yek encama hedefgirtina kedkarên tenduristiyê ya desthilatê ye. Ezer anî ziman ku ji ber ku hişyariyên wan ên têkildarî tahdeya li ser tenduristiyê esas nehatine girtin her diçe tahde zêde dibe û got: “Hevalê me rastî lêdanê, lînçkirinê hat, ger ne di rojevê de bûya, dê ev êrîşkar serbest bihatana berdan. Ekrem Karakaya jî li nexweşxaneyê dı dema kar de bi çekê ji aliyê êrişkarekî ve jiyana xwe ji dest da. Wezareta Tenduristiyê wê kengê di vê mijarê de gavan biavêje û lêkolînekê bike? Jîngehên xebatê yên ewle yên ku heya niha em daxwaz dikin dê kengê werin peydakirin? Dawiya wê nemaye. Tahdeya li ser tenduristiyê berhema polîtîkayên tenduristiyê yên desthilatê ye."
 
ZIMANÊ 'TAHDEYÊ' YÊ DESTHILATÊ
 
Ezer anî ziman ku di vê dawiyê de Serokkomarê AKP'î Erdogan jî di nav de gelek kes kedkarêçn tenduristiyê hedef digirin û got: "Me timî hişyarî da ku zimanekî ne bi rêk û pêk, dê tahdeyê biafirîne. Encama wî zimanî ev e. Kedkarên tenduristiyê bi vî rengî dibin hedef. Bi vî awayî li me vedigere. Hevalên me tên qetilkirin. Komkujî ji aliyê desthilatê ve çawa tê dîtin? Ma ew difikirin ku lis er wan qoltixan karê xwe wisa bi rihetî bikin?"
 
Xwendekarê Tibê Serdar Burakmak jî diyar kir ku ew ciwanên ku xwe ji bo bijîşkiyê xwe amade dikin, ji ber tahdeya li ser tenduristiyê tim diqiqlqilin û fikarên wan zêde dibin. Bûrakmak got: “Ev bûyer girêdayî polîtîkayên desthilatê ne. Heta niha gelek rêxistinên kedkar û pîşeyî li ser vê xalê kar kirine. Gelek pêşniyarên ku diçin parlamentoyê hene, lê bi tu awayî ji aliyê desthilatê ve esas nayên girtin. Ev jî tahdeya li ser tenduristiyê kûrtir dikin. Em jî dikarin Ev di warê bijîşktiyê de bêhêvîtiyê li me peyda dike." 
 
Bûrakmak destnîşan kir ku lê belêe w ciwan ji bo bêhêvî nebin divê têkoşîna xwe ya di vî warî de xurt bikin û got: "Hevalên me hemû divê dengên xwe bilind bikin û helwesta xwe nîşan bidin." 
 
MA / Ceylan Şahînlî