Hilberînerên kurmên hevrîşimê: Wisa biçe em ê dest jê berdin

img
AMED - Li Pasûrê hilberînerên kurmên hevrîşimê diyar kirin ku ji ber mesrefa zêde hindik maye dest ji vî karî berdin. 
 
Li navçeya Pasûr a Amedê ku li Tirkiyeyê navenda herî berbiçav a kurmên hevrîşimê ye, hilberîner ji ber zêdebûna mesrefan zehmetiyê dikişînin. Li Pasûrê her sal di meha nîsanê de dest bi hilberandinê tê kirin. Ji ber ku li seranserê Pasûrê kurmên hevrîşimê tên xwedîkirin, xelk li hewşên xwe û li gundên xwe bi hezaran darên tuyan danîne. 
 
Li gundê Tiyaksê Sîraç Çakir ji zarokatiya xwe ve vî karî dike. Çakir anî ziman ku ji ber zêdebûna mesrefan êdî hindik maye dest ji vî karî berdin û got, par xisiriye. 
 
Çakir derbarê hilberandina qozeyên hevrişimê de da zanîn ku her sal di nîvê nîsanê de dest bi vî karî dikin û nêzî 35-40 rojî dixebitin. Çakir wiha got: "Tov bi awayê hêkan e. Em pelên tuyan didin wan. Niha kurm qurp ketine. Ev heyam heyama herî hesas a qozeyan e. Lewma ez, hevjîna min û kurê min em bi hev re li wan mêze dikin. Em ji saet ji 4'ê sibehê heya 9'ê êvarî pelên tuyan davêjin ser qozeyan. Em sê kes dixebitin, lê dîsa jî em di ber re nagihên." 
 
‘EM XISIRÎN'
 
Çakir anî ziman ku qozek baş di nava 28-30 rojan de tê girtin û gava qoze baş be berdariya wê jî baş e. Çakir da zanîn ku par xusirîne û got: "Par ji ber ku nebaş bû, min qoze di roja 14'an de girtin û min ji sedî 35 fîre da. Yanî par xisirîm. Qeymeqam soz dabû ku dê alîkariya me bikira, lê li ser soza xwe nesekinî." 
 
HINDIK MAYE DEST JÊ BERDIN
 
Çakir anî ziman ku ji ber ku her tişt biha bûye êdî nikarin debara xwe bikin û wiha axivî: "Par gotin dê kîloya qozeyan bi 100 TL'yî be, lê me bi 94-96 lîreyan firot." Çakir bilêv kir ku fiyetê tê diyarkirin pir erzan e û got: "Îsal her tişt ji sedî 200 biha bûye. Divê fiyetê kîloya qozeyan jî biha bibe û herî kêm bibe 280-300 lîre. Ji ber fiyetekî erzan diyar dikin gelek kes hindik maye dest ji vî karî berdin. Heya 20 sal berê jî li vî gundî 35 malbat karê qozeyan dikirin, lê niha 12 malbat vî karî dikin. Ji ber fiyetê qozeyan erzan e, mirov nikarin heqê mesrefên xwe jî bi dest bixin û ji ber vê dest ji vî karî berdidin."