Nebatên li çiyayan şîn dibin li bazarê cihê xwe girtin!

COLEMÊRG - Nebatên ji hev cuda ku li çiyayên bilind ên navçeya Geverê şîn dibin, li tezgahan cihê xwe girtin. 
 
Nebatên ji hev cuda ku weke Hingedan, Kenger, Çiriş, Rêvas, Mendê, Siyabo, Alo û Çorîn ku li çiyayên bilind ên navçeya Gevera Colemêrgê şîn dibin li tezgahên bazaran cihê xwe girtin. Gelê herêmê ji nava meha Nîsanê heta dawiya Gulanê van nebatên bişifa ji çiyayan kom dikin û tînin navenda navçeyê difiroşin. Kenger, Çiriş, Rêvas, Mendê, Siyabo, Alo û Çorîn ên bi kedeke zêde li çiyayan tên kom kirin li navçeyê bi 10 lîre û 12 lîreyan tên firotin. 
27 SAL IN NEBATAN KOM DIKE
 
Arafat Temeş ê 54 salî ku 27 sal in van nebatan ji çiyayan kom dike û li ser tezgahê difiroşe, debara malbata xwe ya ji 11 kesan pêk tê bi vî awayî dike. Temeş, bi lêv kir ku piştî di sala 1995’an de gundê Talis ê girêdayî navçeya Çelê hate vala kirin, li navçeya Geverê bi cih bûye û da zanîn ku nebatên ku difiroş e ji gelek nexweşiyên weke “basûr, şekir, gurçik û tansiyonê” re baş e. Temeş, anî ziman ku ji ber zema ji mazotê re hatiye kirin masrafên wan zêde bûne û diyar kir ku ji ber vê yekê îsal bihayê nebatan jî zêde ye. 
 
‘GELEK MIROVÊN KU NIKARIN DEBARA XWE BIKIN HENE’
 
Temeş, bi lêv kir ku hêza kirîna gel kêm e û wiha axivî: “Her tişt gelek biha bûye. Debar zehmet e û gel jî perîşan e. Gelek mirovên ku li Geverê nikarin debara xwe bikin hene. Yek ji van jî ez im lê bi awayekî jiyana xwe didomînim.” Temeş ê saet di 06.00’an de tezgaha xwe vedike, heta saet 23.00’an dixebite. 
 
‘TIŞTA DIBE LI XIZANAN DIBE’
 
Temeş ê li ser tezgahê li gorî demsalê nebatan difiroşe, bal kişand ser qeyrana aborî ya kûr dibe û got: “Ez 27 sal im vî karî dikim lê tu salan weke îsal min xerab nedîtibû. Her tişt pir bihabûye. Dewlemend ji xwe dewlemend e, tişta dibe li xizanan dibe.”