Li Şirnexê karkerekî Kana Komirê jiyana xwe ji dest da

img
ŞIRNEX - Li Şirnexê di Kana Komirê ya Jimara 6’an de di qezaya kar de ku rûda, karkerek jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Şirnexê di Kana Komirê ya Jimara 6’an de dema ku kamyonek kar barê lê barkirî vala dikir de, qelibî û Halîl Kulter (30) ku bavê zarokekî bû jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kulter ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hat zanîn ku cenazeyê Kulter dê li goristana Taxa Aydinlikevlerê bê veşartin. 
 
Hat zanîn ku karkerek navê wî nehatiye zanîn jî bi giranî birîndar bûye û wî rakirine nexweşxaneyê û tê dermankirin. Hat diyarkirin ku rewşa vî karkerê bi xetere ye.