Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê

img

WAN - Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan diyar kir ku wê coşa Newrozê û 8’ê Adarê veguhêzin qada Mîtînga 1’ê Gulanê û bang li gel kir ku li dijî “faşîzmê” têbikoşin. 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê têkildarî Mîtînga 1’ê Gulanê ku dê li Parka Mûsa Anter a li bajêr were pîrozkirin, li avahiya bajêr a partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Serokê Şaxa DÎSK Genel-Îş’ê ya Wanê Omer Tekîn, Berdevkê Demê yê KESK’ê Îbrahîm Çelîk, Hevserokê HDP’ê Fîkret Dogan, parlamenter Mûazzez Orhan, Hevşaredar Mûstafa Avci ku qeyûm tayînî şûna wî hate kirin û Hevşaredara Artemetanê Gulcan Sagyîgît a mazbataya wê nedanê tevlî civînê bûn. 
 
‘AGIRÊ KU LI NEWROZÊ BILIND BÛ WÊ VEGUHÊZE 1’Ê GULANÊ’
 
Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan ê daxuyanî da, bal kişand ser êrişa desthilata AKP’ê û MHP’ê ya li ser hêzên ked û demokrasiyê û wiha got: “Ji bo ku em pergala heramiyan biguherînin em têkoşîna yekgirtî birêxistin dikin. Mîtînga 1’ê Gulanê ya îsal ji bo bersivdayîna desthilata AKP’ê û MHP’ê girîng e. Em hewl didin berxwedan û coşa 8’ê Adarê ya jinan û dengê ji Newrozê bilind bû ku peyameke zelal da hemû cîhanê veguhêzin 1’ê Gulanê.”
 
BI BÎRYARDARIYA GUHERTINA PERGALÊ 
 
Dogan, destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên desthilata AKP’ê û MHP’ê bihabûna li welat êdî nayê kişandin û wiha axivî: “Em weke kesên alîgirê ked, aştî û demokrasiyê, bindest, jin, ciwan, parya, proleter bi biryardariya guhertina pergalê xizaniya li ser me tê ferzkirin, vediguhêzin qadên 1’ê Gulanê.”
 
‘ÎTÎRAZA ME LI VÊ PERGALA BÊEDALET HEYE’
 
Dogan, bal kişand ser polîtîkayên şer ên desthilatê û wiha berdewam kir: “Em ê ji bo mafên xwe yên desthilata AKP’ê û MHP’ê ji sifreya me dizîne, ji şer, dagirkirin, mêtîngeriyê re xerc kirine qezenç bikin, em 1’ê Gulanê dikin meşaleya edalet, demokrasi, ked, aştî û azadiyê. Îtîraza me li dijî vê pergala bêedalet, pergala mêtîngerî, tifaqa qirêj a AKP’ê û MHP’ê heye.”
 
Dogan, diyar kir ku wê mîtîng li Parka Mûsa Anter saet 10.00’an de dest pê bike û destnîşan kir ku herkesên ku li dijî “faşîzmê” têdikoşin û îtîraza wan heye vedixwînin têkoşîna yekgirtî.