Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL

img

MELETÎ - Sewalvan Yûsûf Solak ku got fiyeta lîtreya avê bi 8 TL û ya şîr bi 5 TL'yan e û sewalvanî li ber qedandinê ye, ji lew re 45 hezar TL mesref kiriye lê 12 hezar TL bi dest ketiye. 

Ji ber bihabûna gubre, mazot û tov, fiyetên nefel û kayê pir zêde bûye. Sewlavanên ku nikarin ji heywanên xwe re êm peyda bikin, hin heywanên xwe difiroşin û pê êm û kayê dikirin ji yên mayî re. 
 
Li taxa Zîve ya navçeya Akçadag a Meletiyê sewalvan Yûsûf Solak ku 8 sal in sewalvaniyê dike, anî ziman ku her diçe hejmara heywanên wî kêm dibe. Solak, diyar kir ku fiyetê êm pir biha bûye û ji ber vê hema bibêje sewalvanî nemaye û got: "Rewşa heywanên me li ber çava ye. Zihîf bûne. 50 kîlo êm bi 300 TL'yî ye. Ka bi 3 TL, nefel bi 5 TL û şîr bi 5 TL ye. Em nikarin heywanên xwe xwedî bikin. Ji ber vê em hatine wê radeyê ku dev ji sewalvaniyê berdin." 
 
ŞÎR KÊM BÛYE
 
Solak, ji ber ku şîr pere nake, heywanên xwe dişînin selexaneyê û wiha got: "Gava em dişînin selexaneyê pere dike, lê vê carê em dikevin etra ku em ê heywanên mê çawa bistînin. Ji bo em wan neşînin selexaneyê çi ji destê me tê em dikin. Lê belê mazot û gubre biha bûye, gava çandinî neyê kirin ka û nefel peyde nabe. Gava peyde nabe em ji bêgavî heywanan difiroşin. Lê ji ber ku em nikarin êm bikirin em ji mecbûrî heywanan difiroşin. Em bêjin heywanek 10 kîlo şîr dide. Ji lew re baş nehatiye xwedîkirin. Gava baş bê xwedîkirin 18-20 kîlo şîr dide. Lê niha 10 kîlo şîr dide. Ji ber ku em baş êm nadin wan. Em hatine radeya ku em ê dev ji sewalvaniyê berdin." 
 
45 HEZAR MESREF, 12 HEZAR DAHAT
 
Solak, gava ew rasyona heywanekê amade dikin, li gor vê rasyonê divê 8 kîlo êm, 3 kîlo ka, 10 kîlo ên tevlihev bidinê heywanê û ev ji bo heywanekê mehê dike hezar û 500 TL. Solak, da zanîn ku 30 heywanên wî hene û mehê 45 hezar TL mesrefê wî çêdibe û got: "Lê ez mehê bi 12 hezar TL'yan şîr difiroşim. Ji ber vê ez her meh 2 heywanên xwe difiroşim. Gava difiroşim, pê êm dikirim. Ger wisa bidome ez ê dev ji sewalvaniyê berdim." 
 
KA JI SEDÎ 400 BIHA BÛYE
 
Solak, bi bîr xist ku par tona kayê bi 600 TL'yî bûye, lê îsal bûye 2 hezar û 500 TL û wiha domand: "Li vir her kes heywanên xwe dişîne selexaneyê. Lê ji ber ku em naxwazin heywan bên serjêkirin em wan difiroşin kesên 4-5 heywanan dikirin." Solak, destnîşan kir ku bi 4-5 lîreyê ku ji mişmişan qezenc dikin pê ji heywanên xwe re êm dikirin. 
 
'LÎTREYA AVÊ 8 TL, YA ŞÎR 5 TL'
 
Solak, destnîşan kir ku par fiyetê şîr 3 TL bûye û yê êm jî 60 TL bûye û got: "Wê çaxê me bi awayekî debara xwe dikir. Lê îsal her tişt ji sedî 300 biha bûye. Fiyetê şîr 2 TL biha bû. Lîtreya avê bû 8 TL. Lîtreya şîr jî bû 5 TL." 
 
MA / Mujdat Can