KESK’ê xwest endamên wan vegerin karên xwe

img
AMED - KESK’a Amedê çalakiya heftane ya ji bo ku endamên wan vegerin karê xwe li dar xist û xwest pêkanînên li ser hevalên wan bi dawî bibin û vegerin karên xwe. 
 
Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Amedê ji bo endamên xwe yên bi Bîryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) û xala 35'an hatine îxrackirin cardin vegerin ser karên xwe, li Parka Xezal a semta Ofîsê ya Amedê wek her hefteyê daxuyanî da. Di dema daxuyaniyê de pankarta li ser, “KHK wê biçin em ê bimînin” nivîsandî hat vekirin û gelek endam û rêveberên KESKê tevli daxuyaniyê bûn û dirûşm berz kirin. 
 
Serokê Sendîkaya Xizmeta Çandinî, Hawirdora Daristan û Heywandariyê (ORKAM-SEN) a Şaxa Amedê Nasir Demîrkiran daxuyanî da da zanîn ku di her hêla siyasî, aborî, çandînî û ehlaqî her ku tengavî ango krîz diqewimin û desthilatdarî jî dixwaze heyfa vê yekê ji kurdan, muxalîfan û kedkaran bistîne û her ku diçe ev desthilatdarî pirsgirêkên li welat kûrtir dike û tu hêza wê çareseriyê jî nîne. 
 
‘BILA PÊKANÎNÊN ANTÎDEMOKRATÎK WERIN BIDAWÎKIRIN’
 
Demîrkiran anî ziman ku dîroka KESK’ê ji îktidarê kevntir e û wiha got: “Têkoşina me ya ked û demokrasiye bedelê wê çi dibe bila bibe em ê heya dawiyê bidomînin. OHAL û KHK kedkarên cemaweriyê bê rêxistinkirin, tevahî gel bindest kirin û bê rêxistin hiştin ji xwe re wek armancenkî bikar tîne. Her wiha bêhiqûqiyê didomîne û aştiya civakê xera dike. Em bang li Komîsyon OHAL’ê dikin ku pêkanînên xala 35’an ên KHK’ê bi dawî bike û hevalên me yên hatine îxrackirin, zû biz û vegerin ser karê xwe. Her wiha em bang dikin bila hemû pêkanînên li welat yên bêhiqîqî û antîdemokratîk werin dawîkirin.” 
 
Her wiha Platforma Şaxan ên KESK’ê li gelek bajarên din jî bi heman armancê daxuyanî dan.