Li Rihayê avê nadin cotkaran

img
RIHA - Cotkarên li Rihayê diyar kirin ku DSÎ, DEDAŞ û Yekitiya Avdaniyê wan tengav kirine û avê nadin eraziyên wan çandine. Coktaran bi nîşandana baqên genim ku hişk bûne, rayedaran prostesto kirin. 
 
Cotkaran li Rihayê ji ber ku avê nadin ser eraziyên wan protesto kirin. Cotkarên nêzî 30 gundan li qada Yekitiya Avdaniyê ya Cullap-Gunişik kom bûn. Cotkaran baqên simbilên genim ku ji bêaviyê hişk bûne û dovîza “Pereyê donimek av dike heqê 65 lîrte mazo” hildan û nedana avê şermezar kirin. Cotkaran di çalakiya li dar xistin de bertek nîşanî Karên Avê ya Dewletê (DSÎ), Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) û Yekitiya Avdaniyê ku avê li ser wan qut kirine, dan. 
 
ZEVÎ HIŞK DIBIN 
 
Ji cotkaran Şukrî Çîftçî bang li bang li AKP’ê kir ku û got ka parlamenterên wan û serokên odeyên ziraatê li ku ne. Çîftçî xwest tavilê ava eraziyên wan bê berdan û diyar kir ku zeviyên cotkaran tev hişk dibin. Çîftçî bertek nîşanî polîtîkaya çandiniyê ya AKP’ê da. 
 
BI FAÎZÊ HEQÊ AVÊ DIDIN
 
Cotkarê bi navê Necatî Yildirim jî anî ziman ku cotkar di navbera Yekitiya Avdaniyê, Dedaş û DSÎ’yê de diçin û tên û ji ber xemsariya rayedaran zeviyên wan tev hişk bûne. Yildirim got ew bi faîzê pereyê avê radizînin. 
 
‘COTKAR HATINE TENGAVKIRIN’ 
 
Rêveberê CHP’a Rihayê Ronahî Paydaş jî ku piştevaniyê da cotkaran wiha got: “Cotkarên me ketine rewşek mexdûrkirinê. Cotkar di navbera DSÎ û DEDAŞ’ê de hatine tengavkirin. Divê tavilê avê bidin cotkaran”.