'Bila kedkarên hatine îxrackirin cardin vegerin ser karê xwe'

img
AMED - Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê xwest kedkarên ku hatine îxrackirin cardin vegerin ser karên xwe. 
 
Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Amedê ji bo endamên xwe yên bi Bîryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) û xala 35'an hatine îxrackirin cardin vegerin ser karên xwe, li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyaniyek da. Di dema daxuyaniyê de pankarta li ser, “KHK wê rabin em ê bimînin” nivîsandî hat vekirin û dirûşmeya “Bijî berxwedana kedkaran” hat berzkirin.
 
PERGAL KETÎYE KRÎZÊ
 
Sekreterê HABER-SEN a Şaxa Amedê Yilmaz Tekin daxuyanî xwend. Yilmaz, diyar kir ku welat ji aliyê aborî, hiquqî û sîyasî ve ketiye krîzê û dixwaze barê vê krîzê li ser pişta kedkaran bar bike. Yilmaz bal kişand ser polîtîkayên bêrêxistinbûyînê jî û got: “Pergal dixwaze gel û xebatkar û kedkar bê rêxistin bimînin, lê em li hemberî vê polîtîkayê li ser pêyan e û li ber xwe bide. Ew berxwedan jî her diçe bilindtir û xurtir dibe.”
 
Yilmaz bibîr xist ku Rewşa Awarte (OHAL) bi awayekî fermî bi dawî bûye, lê bi awayekî fiîlî bi KHK û qanûnên torbeyî didome û got: “Piştî 15'ê Tirmeha 2016’an, belavkirina tweetekê jî bû hincet ji bo lêpirsînan û wekî porpagandaya rêxistinê tên hesibandin. Miting û daxuyanîyên çapemeniyê tên astengkirin. Mînaka herî dawî Walîtîya Amedê ye. Ji bo KESK'ê jî bitepisîni, her tişti dikin. Em dîsa dibêjîn ji bo aştıyê, biratıyê, kedê û pêşeroja zarokan em li ber xwe didin û serî natewînin. “
 
XALA 35'AN
 
Yilmaz, di dawiya daxuyaniyê de got: “Em careke din li vir dibêjin; tu kes nikare ji ber xebatên sendikayî hevalên me sûcdar bike. Hevalên me yên ku ji ber xebatên xwe hatine îxrackirin rûmeta me ne. Bila xala 35'an bê rakirin û sepanên OHAL’ê bi dawî bibin. Hevalên me yên ku hatine îxrackirin bila demildest vegerin ser karê xwe. Heta hevelekî me jî bimîne ê têkoşîna me berdewam be."