2 çêlekên wî mane wan jî difiroşe!

img

DÊRSIM - Asker Kiliç ê 30 sal in li Dêrsimê karê sewalkariyê dike diyar kir ku ji ber bihabûna êm 2 çêlekên wî ku di destê wî de mane neçare bifiroşe. 

Li Tirkiyê ji ber rewşa aboriyê wisa bûye ku mirov nikarin tiştekî bikire. Krîza aborî kûrtir dibe û ev yek tesîrê li ser her qadên jiyanê dike. Krîza aborî wisa kir ku sewalkariyê jî aniye ber qedandinê. Bihayên êm zêde dibin û ev yek dike ku xelk dest ji sewalkariyê berde. Welatî ji ber bihayê êm êdî nikare pez û çêlekên xwe wedî bikin. Welatî neçar dimînin ku sewalên xwe bifiroşin. Asker Kiliç ê 67 salî ku ji Dêrsimê ye Û 30 sal in sewalkariyê dike ji ber bihabûna êm neçar me sewalên xwe bifiroşe. 
 
2 ÇÊLEKÊN WÎ MANE WAN JÎ DIFIROŞE 
 
Kiliç anî ziman ku ew bi xwedîkirina sewalan û firotina qatixê wan debara xwe dike û ev du sê sal in ji ber bihabûna êm êdî ew hatine wê astê ku nikarin sewalkariyê bikin. Kiliç destnîşan kir ku wî ji ber bihabûna êm di nava 3 salan de pezê xwe û payîza par jî ji 16 çêlekan 14 çêlek firotine. Kiliç diyar kir ku di destê wî de 2 çêlek mane û êdî ew nikare wan jî xwedî bike û dê bifiroşe û ji ber bihabûna êm dê dest ji sewalkariyê berde. Kiliç da zanîn ku êdî xelkê gundan jî ku di nava bereketa gundan dijî bi birçîbûnê re û bi zehmetiyên debarê re rûbirû maye. Kiliç got divê tavilê rewşa aborî baş bibe da ku xelk êdî dikaribe debara xwe bike. 
 
MA / Cengîz Ozbasar