Şaredariya Wêranşarê ku 80 TL'yî simît kirî ji bo polisan wesayît kirê kir

img

RIHA - Şaredariya Wêranşarê ku bi kirîna simîtan a bi 80 hezar TL'yî ya di salekê de hat rojevê, derket holê ku di 10 mehan de bi 260 hezar 544 TL'yî ji bo Miduriyeta Polisan a Navçeyê wesayît kirê kiriye. 

Komîsyona ku ji bo kontrolkirina lêçûn û dahata sala 2021'an a Şaredariya Wêranşarê ya Rihayê hatibû avakirin, tespît kir ku şaredariyê di nav 10 mehan de bi 260 hezar 544 TL'yî ji bo Miduriyeta Polisan a Navçeyê wesayît kirê kiriye. Rexmî ku endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP'î şerh danîn jî rapor bi piraniya dengên endamên meclisê yên AKP'î hat qebûlkirin. 
 
JI EMNIYETÊ RE WESAYÎT KIRÊ KIRIYE
 
Daxwaza pispor a HDP'ê ku ji bo Komîsyona Kontrolê kir ji aliyê şaredariyê ve hat redkirin. Di rapora şerhê ya endamên HDP'î de, beşeke mezin a budçeya şaredariyê ji ji kirêkirina wesayîtan re hatiye veqetandina. Di 20 mehan de şaredariyê ji bo kirêkirina wesayîtan 24 milyon TL pere daye. Hatiya diyarkirin ku budçeya sala 2021'an a Miduriyeta Polisan a Wêranşarê 44 milyar û 555 milyon û 427 hezar TL ye. Di nav 10 mehan de şaredariyê bi 260 hezar 544 TL'yî ji bo Miduriyeta Polisan a Navçeyê wesayît kirê kiriye. Şaredariyê ji bo temîrkirina wesayîtan jî 2 milyon û 500 hezar TL xerc kiriye. 
 
80 HEZAR SIMÎT KIRÎBÛ
 
Di raporê de hatiye diyarkirin ku di sala 2021'an de şaredariyê ji bo diyarî û organîzasyonan milyonek û 500 hezar TL, ji bo simîdên qendîlê 80 Hezar TL, ji bo 500 çente 82 hezar TL, ji bo pênûs û lênûskan 100 hezar TL û ji bo pirtûka çîrokê ya Gulsum Dînçer jî 102 hezar TL pere xerc kiriye. Ev xerckirin weke hinceta şerhê hatin nîşandan. 
 
JO REKLAMÊ MLYONEK XERCKIRIN
 
Yek ji xerckirineke ku bû hinceta şerhê jî xerckirina milyona TL a ji bo reklam û danasînê ye. Di raporê de agahî hatiye dayîn ku ji bo dermankirinê 9 milyon û 100 hezar TL, ji bo dezenfektanê 2 milyon û 900 hezar TL hatiye xerckirin. Her wiha rexmî ku endezyarên şaredariyê hene jî şaredarî ji bo 2 endezyaran jî 229 hezar TL pere razandiye. Li gorî raporê şaredariyê ji bo sererastkirina Navenda Çandê jî 2 milyon TL pere xerckiriye. 
 
MA / Mujdat Can