Karker û sendîkavan hatin binçavkirin

img
ENQERE - Karkerên endamên Enerjî Senê di kêliya ku li ber Midûriyeta Giştî ya Ceyranê ya Başkentê daxwazên xwe dianîn ziman, hatin binçavkirin. 
 
Endam û rêveberên Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Sendîkaya Xebatkarên Ceyran, Gaz, Av, Bendavê (Enerjî-Sen) ji bo karkerên endamên EnerjîSa’yê ne û ji kar hatine avêtin li ber Midûriyeta Gişî ya Ceyranê ya Başkantê çalakî li dar xistin û daxwazên xwe anîn ziman. Polîsan mudaxileyî çalakiyê kir û Serokê Giştî yê Enerjî-Senê Sulemyan Keskîn, Serokê sazûmankar ê sendîkayê Kamîl Kartal, Nûnerê Herêma Anatoliya Navîn ê sendîkayê Osman Çokaman û Bekîr Bayatli û Mehmet Alî Îçîndere kirin binçavan.