Greva bijîşkan bandora xwe li seranserî welat kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bijîşkên ku bi banga TTB’ê di 14’ê Adarê Cejna Tipê de çalakiya 2 rojan dest ji kar berdanê dan destpêkirin, dixwazin ku mafên wan ên reha û aboriyê bên sererastkirin. Greva bijîşkan bandora xwe li seranserî welat kir û bijîşkan di daxuyaniyan de hişyarî dan hikûmetê.

Bijîşkên ku bi banga Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) di 14’ê Adarê Cejna Tipê de çalakiya 2 rojan dest ji kar berdanê dan destpêkirin, dixwazin ku mafên wan ên reha û aboriyê bên sererastkirin. Çalakiya ku xebatkarên tenduristiyê jî piştgirî danê di gelemperiyê welat bi bandor bû. Hemû korîdorên nexweşxaneyên girêdayê saziyên cemaweriyê vala man. Bijîşkan bersiva gotinên “Heke biçin bila biçin” yên Serokê AKP’ê yê Giştî Tayyîp Erdogan dan û wiha gotin: “Em naçin, li vir in. Ji bo mafên xwe, keda xwe û mafên xwe yên tenduristiyê bi hêza xwe ya ji hilberînê tê em dest ji kar berdidin.” Bijîşk wê sibê jî di grevê de bin. 
 
Daxuyaniyên ku bijîşkan li pêş nexweşxaneyên lê dixebitin dan, bajar bi bajar wiha ne: 
 
EDENE
 
Kedkarên tenduristiyê yên serê sibê hatin nexweşxaneyê, di ketina nexweşxaneyê de pankarta “li vê kargehê grev heye” daliqandin. Hat dîtin ku korîdorên nexweşxaneyê vala ne, hin welatiyên ku haya wan ji grevê nebûn jî paş ve zivirîn. Kedkarên tenduristiyê, li pêş Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çûkûrovayê daxuyanî dan. Gelek kedkarên tenduristiyê tevlî daxuyaniyê bûn û mafên xwe xwestin. Hevserokê Şaxa SES’ê yê Edeneyê Dr. Murşît Enîs Akyuz xwest ku daxwazên wan bi cih werin û wiha got: “Em ji bo pergaleke tenduristiyê ya ku weke mirovan bijîn li vir in.” Serokê Odeya Bijîşkan ê Edeneyê Bijîşkê Pispor Selahattîn Menteş jî diyar kir ku heta mafên wan ên reha tên dayîn û daxwazên wan neyên pêşwazîkirin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Sendîkaya Yekitiya Bijîşkan a Edeneyê jî li pêş Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Bajêr a Edeneyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Nûnera Nexweşxaneya Bajêr a Sendîkaya Yekitiya Bijîşkên Edeneyê Mehtap Dogan wiha got: “Tevî her tiştî jî me dest ji welatê xwe gelê xwe û mafê xwe berneda. Em dixwazin xizmeta tenduristiyê ya baş pêşkeşî civakê bikin û heqê xwe jî bistînin. Em qebûl nakin ku daxwaza me tenê weke zêdebûna meaş bigirin dest. Em ji bo ku di şertên weke mirovan de bixebitin û xizmeta tenduristiyê ya gelê me heq dike hewl didin.”
 
Kedkarên tenduristiyê wê herî dawî saet 12.30’an de li ser Pira Kasim Gulek werin gelhev û heta Qada Ûgûr Mûmcû wê “Meşa Spî” li dar bixin.
 
MÊRSÎN
 
Odeya Bijîşkan, SES, Hekîm-Sen, Sendîkaya Piştevaniyê û Yekitiyê, Genel Sağlık-Îş, MAHDER, Odeya Bijîşkên Diranan û Sendîkaya Yekitiya Bijîşkan û gelek kedkarên tenduristiyê tevlî daxuyaniya li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Mêrsînê bûn. Tenduristvanan di daxuyaniyê de pankarta “Em ne ceza, mafê xwe dixwazin” vekirin û bi gotina “Em ne mijûlkirinê, mafê xwe dixwazin” bang li hikumetê kir ku peywîra xwe pêk bîne.
 
ANTALYA
 
Li Antalyayê jî kedkarên tenduristiyê ji bo 2 rojan dest bi grevê kirin. Endamên Şaxa SES’ê yên Antalyayê û Odeya Bijîşkan ên Antalyayê, li Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenîzê hatin gel hev û meşiyan. Kedkarên tenduristiyê yên li pêş Asîstan Cafe ya di nava zanîngehê de hatin gel hev, gotinên Serokkomar Erdogan ên bijîşk kiribûn hedef û politikaya tenduristiyê ya desthilatê şermezar kirin. Hevseroka Şaxa SES’a Antalyayê Şukran Îçoz hikumet hişyar kir û xwest daxwazên wan bên bicihanîn. Seroka Odeya Bijîşkan a Antalyayê Prof. Dr. Nûrsel Şahîn jî wiha got: “Em ê bi gotina ‘pêşerojeke bi tendurist di destê me de ye, ked ya me ye gotin ya me ye’ têkoşîna xwe bidomînin. Di vê têkoşîna me ya mafdar û birûmet de li benda piştgiriya hemû civakê û nexweşên xwe ne.”
 
HATAY
 
Odeya Bijîşkan a Hatayê, Komeleya Bijîşkên Malbatê ya Hatayê, Odeya Bijîşkên Diranan a Hatayê û Şaxa SES’ê ya Hatayê li pêş Navenda Tenduristiyê ya Malbatê ya Hejmara 4’an a Antakyayê daxuyanî dan. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî yên li bajêr beşdarî daxuyaniyê bûn. Kedkarên tenduristiyê di daxuyaniyê de dowizên “Ji karê hevpar re destheqê hevpar” , “Em ji bo cihekî ewle di grevê de ne” û “Îstîhdama bi sîgorte û qadro” hatin vekirin. Di daxuyaniyê de kedkarên tenduristiyê hikumet hişyar kir û xwest daxwazên wan bên bicih.
 
DÊRSIM

Şaxa SES’ê ya Dêrsimê jî têkildarî mijarê li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de li gel nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî, parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu jî amade bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji kesên ku guh nadin dengê me û daxwazên me jinedîtî ve tên re em dibêjin êdî bes e. Lewma em hêvî û berxwedana xwe mezin dikin” hatibû daliqandin. Di daxuyaniyê de endama SES’ê Dr. Eylem Şengul Petek axivî. Petek bal kişand ser gotina Erdogan ku digot; “heke diçin bila biçin” û wiha got: “Sedema bingehîn a binpêkirina mafên sendîqayî, azadî û mirovî jî ev zîhniyete ye.”

RIHA

Xebatkarên tenduristiyê li Rihayê jî bi heman mebestê li pêşiya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de endamên Odeya Bijîşkan a Rihayê, Platforma Şaxên KESK’ê yên Rihayê, parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu û rêveberên partiyê, endamên EMEP’ê û gelek kesên din jî amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em tu cihekî ve naçin, dê heqê xwe bistînin” û “Em di grevê de ne” hatibûn vekirin.

Di daxuyaniyê de serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê Osman Yuksekyayla axivî. Yuksekyayla bertek nîşanî gotina Erdogan da û got ku dê bi tu deverekê ve neçin. Hevseroka Şaxa SES’ê Eylem Salar jî xwest ku pergala tenduristiyê bê sererastkirin.

AMED

Bi heman armancê Platforma Tenduristiyê ya Amedê ku ji gelek rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê pêk tê jî li Qada Dêriyê Çiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de nûnerên partiyên siyasî jî amade bûn. Beşdaran li ber dahol û zirneyê govend gerandin û dirûşm berz kirin. Her wiha pankarta “Em dev jê bernadin, li vê derê ne” vekirin.

Di daxuyaniyê de Hevserokê Şaxa SES’a Amedê Şiyar Guldîken anî ziman ku ew bi cihekî ve naçin û kesên ji wan re dibêjin her in dê ji vî welatî biçin. Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan jî daxuyaniya hevpar xwend û xwest ku daxwazên xebatkarên tenduristiyê bên qebûlkirin.