Ji ber greva bijîşkan nexweşxane vala man

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber ku TTB ji bo daxwazên xebatkarên tenduristiyê grev da destpêkirin nexweşxane vala man. 
 
Greva ku Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), ji bo pirsgirêk û daxwazên xebatkarên tenduristiyê bi navê "Greva Mezin" plan kiribû, dest pê kir. Wê grev îro û sibê (14-15'ê Adar) berdewam bike. Ji ber ku xebatkarên tenduristiyê ketin grevê li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nexweşxane vala man. Hema bibêje ji sedî 100'ê bijîşkan tev li grevê bûn. Li nexweşxaneyan tenê beşên lezgîn dixebitin.