Ajokaran li Qersê çalakî kir: Em ê êdî wesayîtên xwe nexebitînin

img
QERS - Ajokarên mînîbûsên “Plakaya S” ên Qersê, ji bo protestokirina zemên li ser hev li sotemenî û parçeyên cîhgir hatine kirin, li navenda bajêr çalakî li dar xistin. 
 
Bi mebesta protestokirina zemên ku li ser hev li sotemenî û parçeyên cîhgirt hatine kirin, 147 ajokarên mînîbûsên “Plakaya S” li Qada Cumhuriyetê hatin ba hev û çalakî li dar xistin. Li qadê li ser navê esnafan Kurtuluş Îşbarali axivî û da zanîn ku ji ber zemên hatine kirin, amadekariyan dikin ku êdî wesayîtên xwe nedin xebitandin. 
 
‘147 ESNAF DÊ DEV JI KAR BERDIN’
 
Îşbarli di berdewamê de jî got ku 147 esnafên li bajêr ku bi çalak dixebitin dê dev ji kar berdin û wiha bi dawî kir: “Em her roj bi zemên nû hişyar dibin. Êdî em nikarin ji bin mesrefan derkevin. Em perîşe bûn. Gelo ma kesek nîne tejbîrekê li vî karî bike? Heke ev zeme wiha berdewam bikin, 147 esnafên me dê dev ji kar berdin. Em ê nifteyên wesayîtên xwe bi hev re bibin deynin ber deriyê rayedaran. Hemû kes bo pîşesazî û kargehên neftê deyndar bûye. Gelo ma dê ev rewş heta kengî bidome?” 
 
Ajokaran çalakiya xwe bi çepikan bi dawî kir.