Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê zem şermezar kirin

img
ŞIRNEX - Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê, zemkirina bi rêjya ji sedî 75 a heqê rêya nav bajar li pêş avahiya rektoriyê şermezar kirin. 
 
Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê, zemkirina bi rêjya ji sedî 75 a heqê rêya nav bajar şermezar kirin. Bi sedan xwendekar, li pêş avahiya rektoriyê hatin gelhev û daxwaz kirin ku zema hatiye diyarkirin bê vekişandin. Xwendekaran, li ber derê rektoriyê dûrişmeyên "Li dijî zeman mil bi mil" , "Rektor were vir li xwendekaran xwedî derkeve" berz kirin. Xwendekaran, diyar kir ku dixwazin bi Rektor Prof. Dr. Mehmet Emîn Erkan re hevdîtin bikin. Li ser sekna xwendekaran Rektor Erkan hat bi xwendekaran re hevdîtin kir û angaşt kir ku ji bo vekişandina zeman ew jî dixebite. Li ser daxwaza xwendekaran a "Bila zanîngeh ji me re wesayît eyar bike" Rektor Erkan, diyar kir ku 3 otobusên wan hene û ew jî ji ber ku di karên cuda de hatine bikaranîn xera bûne û nikarini ji bo xwendekaran bên bikaranîn.
 
Xwnendekaran, got ku heta ew encameke erênî negirin dê ji ber rektoriyê veneqetin. Li ser vê Rektor Erkan, destnîşan kir ku wê li ser navê xwendekaran bi 5 nûneran re biaxive. 
 
Xwendekaran, da zanîn ku wê li gorî encama ku ji hevdîtina bi rektor re derkeve tevbigerin. 
 
Heqê rê ku beriya niha ji xwendekaran 2 TL bû derket 4 TL'yan. Ji bo sivîlan jî heqê rê berê 3 TL bû derket 5 TL'yan.