Li Mêrsînê wê mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ were lidarxistin

img
MÊRSÎN - Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê yên Mêrsînê wê bi dirûşmeya “Êdî Bes e Em nikarin debara xwe bikin” mîtîngekê li dar bixin. 
 
Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê yên Mêrsînê wê bi dirûşmeya “Êdî Bes e Em nikarin debara xwe bikin” di 27’ê Sibatê de mîtîngekê li dar bixin. Endamên platformê têkildarî mîtînga ku dê di navbera saetên 14.00 û 17.00’an de li pêş Stadyuma Tevfîk Sirri Gur a Kevin li dar bixin, li Parka Zarokên Azad daxuyanî dan. Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) ya Mêrsînê Mûrat Dogan ê li vir axivî, ji bo ku ji bihabûn û zeman re bêjin na, hemû gel vexwend mîtîngê. 
 
Endamên platformê, pişt re li Cadeyên Îstîklal û Kuvayi Milliye, belavok belav kirin.