Ji ber bihabûna mazotê êdî nikarin bixebitin

img
ŞIRNEX - Li Şirnexê ajokarên mînîbusan bertek nîşanî bihabûna motorînê dan û destnîşan kirin ku êdî nikarin debara xwe bikin. 
 
Li Tirkiyeyê duh lîtreya motorînê 80 qurîşên din jî hat bihakirin. Bi vê re lîtreya motorînê bû 15.51 TL. Li Şirnexê ajokarên mînibusan bertek nîşanî bihabûna motorînê dan û destnîşan kirin ku ew mexdûr in û nikarin debara xwe bikin. 
 
'EZ Ê ÇAWA DEBARA XWE BIKIM?' 
 
Ajakoran Serhat Sevîk (33), bilêv kir ku ev qas sal vî karî dikin lê cara ewil e ew qas zehmetiyê dikişînin û got: "Em her roj saet di 8'ê serê sibehê de dest bi kar dikin. Em rojê 10 saetan dixebitin. Pereyê ceryanê yê mehekê hezar û 900 lîre hatiye. Ev qas perê ne normal e. DEDAŞ zilmê dike. Xurek, mazot û her tişt pir biha bûne. Em vê qebûl nakin. Di meha borî de 700 lîre hatibû, lê niha 2 qat zêdetir hatiye. Mazot 15 TL bû, lê niha bûye 15.51 TL. Ew 300-400 lîreyê ku em bi roj qezenc dikin jî em diçin didin heqê mazotê û fatureyên ceyranê. Îja ez ê çawa debara xwe bikim?"
 
'WIHA NAYÊ BIRÊVEBIRIN' 
 
Ajokar Sîraç Akil (50) jî anî ziman ku tişta ku li civakê tê ferzkirin zilm e û got: "Dema ku me nû dest bi kar kir baş bû. Hindik bûna jî me debara xwe dikir. 2 meh beriya niha lîtreya mazotê bi 7 lîreyan bû. Lê em niha 15 lîtreyan dikirin. Rojê em 4-5 seferan dikin û di her seferê de 800 lîre heqê mazotê didin. Di her seferê de jî 400 lîreyan qezenc dikin. Em vî pereyî jî didin heqê mzotê. Xwarin û vexwarina me jî ji kîsê me ye. Her roj em 200 lîreyî dixisirin. Bangawaziya me ji rayedarên dewletê re ye; bila vê aloziyê çareser bikin. Her kes mexdûr e. Rewşa tu kesî baş nîn e. Em pir zehmetiyê dikişînin. Beriya niha fatureyên ceyranê 100 yan jî 150'î lîre dihatin. Lê niha hezar tê. Wê heta kengî wisa berdewam bike? Wiha nayê birêveberin. Divê çareyeek bê dîtin da ev zilm û zordarî bi dawî bibe." 
 
MEXDÛR IN
 
Ajokarê ciwan Edîp Ayaz (27) jî diyar kir ku pereyê ku ew qezenc dikin jî pê mazotê dikirin û got: "Em dixisirin. Ji ber bihabûna mazotê em nikarin kar bikin. Mirov nikare debara malê bike. Her wiha mûçeyê me hindik e. Mehê em 5 hezaran berhev dikin. Em 3 hezarê vî perî didin heqê mazotê. Ji ber ku rêyên Şirnexê nexweş in wesayitên me her tim xere dibin. Em wî pereyê di dest xwe de jî didin heqê mesrefên erebeyê. Tenê ji me re hezar dimîne. Ma em ê bi hezar lîreyî çi bixwin? Debar gelek zehmet bûye. Em nikarin debara xwe bikin. Heman tiştê ku me meha borî bi kar anî, em vê mehê jî bi kar tînin. Çima fatûre ev qas zêde tên? Çimkî her tişt ji sedî sed zem kirine? Çima xelkê mexdûr dikin? Ne xema wan e ku em çi dikêşin. Bila çareyekê bibînin. "