Xebatkarên Gur Tekstîl û Aras Kargoyê dest ji kar berdan

img
DÎLOK - Karkerên Kargeha Gur Tekstîl ku li OSB’ya Başpinar a Dîlokê ye û Şaxa Aras Kargoyê ya Zeûgmayê, diyar kirin ku zamên hatine kirin têra wan nakin û dest ji kar berdan. 
 
Karkerên li Kargeha Gur Tekstîl ku li Herêma Senayiyê ya Organîze (OSB) ya Başpinar a Dîlokê dixebitîn, dest ji kar berdan. Karkerên diyar kirin ku zamên li mûçeyên wan hatine kirin têra wan nakin û xwestin zam bê zêdekirin. Karkerên li pêş kargehê hatin gelhev, agir pêxistin û govend gerandin. Karkerên ku timik dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê qezenc bikin” berzkirin, sekna xwe ya li pêş kargehê didomînin. 
 
XEBATKARÊN ARAS KARGOYÊ JÎ DEST JI KAR BERDAN
 
Xebatkarên Şaxa Aras Kargo ya Zeûgma ya li OSB’ya Dîlokê dixebitin jî zamên hatin kirin qebûl nekirin û dest ji kar berdan. Ji 14 karkerên li şaxê dixebitin 13 mûçeyê 4 hezar û 800 lîre qebûl nekirin xwestin 6 hezar lîre bidin wan. Karkeran bi lêv kirin ku heta daxwaza wan neyê qebûlkirin wê nexebitin.