Bijîşk sibê dest ji kar berdidin

img
ENQERE - Sekreterê Giştî yê TTB’ê Vedat Bulut diyar kir ku ji bo sererastkirina şertên xebatê û mafên reha  dê sibê grevê bikin û heke daxwazên wan bicih neyên dê di meha adar û nîsanê de domdirêj dest ji kar berdin. 
 
Çalakiyên Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) ji bo şertên xebatên kedkarên tenduristiyê û mafên reha werin cih berdewam dikin. Doktoran bi pêşengiya TTB’ê di 4’ê çile de li ber Meclisê rja ku pêşnûmeya têkildarî mafên kedkarê tenduristiyê de hat Desteya Giştî çalakî li dar xistibûn. Doktor sibê jî wê ji bo mafên reha dest ji kar berdin û li ber nexweşxaneyan li hev bicivin. 
 
Sekreterê Giştî yê TTB’ê Vedat Bulut derbarê çalakiya “Greva Spî - Beyaz G(ö)rev” axivî. Bulut ji meha cotmehê ve kedkarên tenduristiyê di bin enflasyonê de mane û daxwazên wan ên têkildarî şertên pandemiyê nayên nirxandin û tevî hemû daxwaz, çalakî û bangên wan jî daxwazên kedkaran nehatine qebûlkirin û wê ji bo pêşnûme paş ve were dê çalakiyên xwe bidomînin. 
 
DAXWAZ NEYÊN QEBÛLKIRIN DÊ ÇALAKIYÊN DOMDIRÊJ BIKIN 
 
Bulut diyar kir ku ji bo kedkarên tenduristiyê divê “di tenduristiyê de qanûna tundiyê” were derxistin û ew ê li ber nexweşxaneyan daxwazên xwe ragihînin. Bulut da zanîn ku heke daxwazên wan bicih neyên dê di mehên adar û nîsanê de çalakiyên domdirêjî yên dest ji kar berdanê li dar bixin. Bulut anî ziman ku wê sibê bi pêşengiya TTB’ê bijîşk dest ji kar berdin û ew ê sibê li Enqereyê saet li 12.00’an li ber Serhekîmtiya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Enqereyê, li ber Serhekîmiya Nexweşxaneya Îbnî Sîna û Nexweşxaneya Gazî çalakiya nobedê li dar bixin. 
 
Wê doktor sibê saet di 12.30’an de li ber Nexweşxaneya Hacettepeya Enqereyê bi dirûşma “Greva Spî -Beyaz G(ö)rev” li dar bixin.