Polîsan pankarta zemê daxist: Dê kî pêşî li ber vê şêlandinê bigire?

img

RIHA - Li navçeya Halîliye ya Rihayê esnafan ji bo bertek nîşanî fatûreyên ceryanê yên giran bidin li kolan û kuçeyan pankart daliqandibûn. Polîsan pankarta esnafan daxist. Esnafan bertek nîşan da û got: "Dê kî pêşî li ber vê şêlandinê bigire?" 

Fatûreyên ceryanê yên giran esnaf û welatiyan bêzar dikin. Li Taxa Bahçelîevler a navçeya Halîliye ya Rihayê esnaf ji bo bertek nîşanî fatûreyên ceryanê yên zêde tên bidin, di 21'ê Çileyê de pankarta li ser "Me dişêlînin, ji zilma TEDAŞ'ê re na' nivîsandî li kuçeyê daliqandibûn. Polîsan pankarta esnafan daxist. 
 
ÊDÎ SOBEYÊ VÊDIXIN
 
Li Kuçeya 114'an a Taxa Bahçelîevlerê, hosteyê pêlavan Huseyîn Gul, anî ziman ku fatûreyên ceryanê pir zêde tên. Gul, bilêv kir ku fatûreya gazê 655 TL, ya ceryanê 240 TL hatiye û got: "Dikana min 4 metrekare ye. Fatûreya ceryanê 100 TL dihat, lê niha 200 TL tê. Du qat zêde bûye. Ji ber vê êdî soba ceryanê vênaxim. Dinya sar e, ji bo xwe germ bikim di tenekeyê de êzingan vêdixim. Rewşa esnafan ne tu rewş e." 
 
‘ŞÎRKET BÛYE ŞIRÎKÊ ME'
 
Esnaf Eyup Şeker ê kulîkan difiroşe, destnîşan kir ku mirov nikarin lazmatiyên xwe yên sereke bikirin û jixwe kulîlk ji bo wan bûne tiştekî luks. Şeker, bibîr xist ku di mehekê de heqê ceryanê 2 qat biha bûye û got: "Fatûreya min mehê 400 TL dihat, lê niha 750 TL tê. Mirov êdî ketine tera zikê xwe. Me qezenca xwe kiriye 3 par. Parek ji bo kirê, parek ji bo fatûreya ceryanê. A rast du şirîkên min hene. Xwediyê dikanê û DEDAŞ. Divê pêşî li ber vê bê girtin." 
 
Esnaf Ahmet Akbaş jî ku telefonan difiroşe, destnîşan kir ku divê ev zem bên betalkirin. Akbaş got: "Hefsarê faûreyan ji dest derketiye. Ger wiha bidome, em ê dikanên xwe bigirin." 
 
‘HEZAR Û 500 TL ZÊDE BÛYE'
 
Mûrat Karataş ku çenteyan difiroşe, bilêv kir ku fatûreya wî ya meha Kanûnê hezar û 500 lîre bûye, lê ya meha Çileyê 2 hezar û 500 lîre hatiye. Karataş, got: "Gava em diçin DEDAŞ'ê em dipirsin, dibêjin gere dewlet ji nû ve projeyekê çêbike." 
 
Karataş, diyar kir ku ew esnaf pir zehmetiyê dikişînin û got: "Girtinê li me ferz dikin. Jixwe kes nikare tiştekî bikire. Îja dê kî pêşî li ber vê şêlandina DEDAŞ'ê bigire?"
 
'ÊN 4 HEZARAN QEZENC DIKIN 5 HEZARAN XERC DIKIN'
 
Omer Taşiyanê kuafor jî bilêv kir ku fatûreya wî berê 200-300 lîre dihat, lê niha hezar TL tê û got: "Em bibêjin çi jî pûç e. Kes dengê em nabihîse. Ên dibihîsin jî guhên xwe digirin. Dibêjin 'meaşê kêm zêde bûye.' Lê pê re her tişt biha bû. Meaşê kêm heliya, nema. Mirovên meaşê wan 4 hezar be, 5 hezaran xerc dikin." 
 
Îsmet Korkmazê dikana wî ya kozmetîkê heye jî destnîşan kir ku ji ber van fatûreyan esnaf dikanên xwe digirin û got: "Em hemû bi ehv re dişewitin."