Bi hezaran kedkar herikîn Qada Îstasyonê: Hikûmet îstîfa

img

AMED - Bi hezaran kedkar beşdarî mitînga li Amedê ya li dijî krîza aborî ya bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin” hat lidarxistin bûn. Hevseroka KESK'ê Şukran Kablan her roja ku diçe tecrîd belavtir dibe, welat dikeve nava krîzek kûr û banga îstîfayê li hikûmetê kir.

 
Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li dijî krîza aborî li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin! Ji bo budçeyek jiyana mirovî, alîgirê ked û xelkê ye em mil didin milê hev” li dar dixe. Bi rojan bû li Amedê û bajarên derûdora Amedê amadekariyên mitîngê dihatin kirin. Tevî hewa sar û barîna baranê jî bi hezaran kedkar û karker herikîn qada mitîngê û kom dibin. Kedkar û nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî ji bajarên derdorê jî hatin û beşdar bûn. Kedkar kom bi kom li gel pankartên ku daxwazên xwe nivîsandine hatin qadê. Girse ji sê milan ve herikîn qadê. 
 
JIN BI KORTEJEK CUDA HATIN QADÊ 
 
Jinên sendîkayê kortejên cuda çêkirin û hatin qadê û bênavber dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin. Her wiha li qadê dengê dirûşmên, “Bijî berxwedana zindanan”, "Hikûmet îstîfa" û “Ne budçeya Qesrê budçeya gel” olan dan.  
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl,  Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy, rêveberên gelek partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê jî beşdarî mitîngê bûn. 
 
Qada mitîngê bi pankartên daxwazên kedkaran vedibêjin hatin daliqandin. Mitîngê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di vê navberê de sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin. 
 
Hevberdevkê Demê yê KESK'a Amedê Nasir Demîrkiran axaftina destpêkê kir û destnîşan kir ku ji bo ew nikarin debara xwe bikin vê mitîngê li dar dixin û ew li dijî krîza aborî ya ku îqtidarê afirandiye radibin. 
 
'SEBRA ME NAMEYE' 
 
Pişt re Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şukran Kablan Yeşîl derket ser dikê û di axaftina xwe de destnîşan kir ku kedkar êdî nikarin debara xwe bikin û got: "Ji bo îro em bi hêz qîr bikin kom bûne. Sebra me nemaye. Ew di nava luks û şatafatê dijîn. Ên bêehlaq ew in. Yên bi salan e vî welatî difiroşin ew û alîgirên xwe ne. Wan li vî welatî çav berdaye nan û avê me. Hemû kedxwariyê û krîz ji aliyê Qesrê ve pêk tê."
 
Kablan da zanîn ku îqtidar her roj bi zextan, qedexeyan û çêkirina girtîgehek nû gefan li civakê dixwe û çavtirsandî dike û got: "Îqtidar wisa difikire ku wê vê zilma xwe bidomîne. Na wê neke. Va em li vir in. Me hemû zoriyê, barîkatan û astengiyan rakir û em hatin vir."
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ 
 
Kablan bal kişand ser mirina girtiyên nexweş û wiha got: "Li girtîgehan her roja ku diçe tecrîd zêdetir û girantir dibe. Garîbe Gezer bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Yên ku li hepsê zilmê li Gar3ibe kirin, heman zilmê û bêhurmetiyê li cenazeyê wê jî kirin. Em carek din vê zilmê şermezar dikin." 
 
BANGA ÎSTÎFAYÊ LI HIKÛMETÊ KIR 
 
Kablan destnîşan kir ku li welat artêşa bêkariyê her roja ku diçe mezintir dibe û îqtidar dike ku sermayedarên xwe têr û dewlemend bike û feqîr û kedkar jî ji birçîna bimirin. Kablan diyar kir ku ji qadê her ku dengê dirûşma 'Hikûmet îstîfa' bilind dibe bi muzîkê mudaxile dikin û ew carek din li vê qadê banga îstîfayê li hikûmetê dikin. Kablan anî ziman ku her çiqas sepanên OHAL'ê hatibin rakirin jî lê OHAL li vî welatî hatiye mayîndekirin û tu tiştek nehatiye rakirin û ji îro pê ve wê ev pergal wiha bi bi rê ve neçe. 
 
WÊ LI DIJÎ KRÎZÊ BIN 
 
Piştî axaftina Kablan, Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP'ê Şaziye Kose ya ji Komîsyona Kedê berpirsiyar e axaftinek kir û bal kişand ser geşedanên dawî. Her wiha rêveberên, TTB, TMMOB û DÎSK'ê jî kurte axaftin kirin û gotin ew li dijî vê çerxa krîza aborî ya bi destê îqtidarê pêk tê radibin û wê têkoşîna xwe mezintir bikin. 
 
Pişt re hunermend Metîn Kahraman derket ser dikê û konsertek da. Piştî şahiya stranan û gerandina govendê konser bi berzkirina dirûşman bidawî bû.