Li Erdîşê dema keleman e

img

WAN - Kelemên di xarinên wekî tolme, tirşîn û şorbeyê de tê xwarin, li zeviyên Erdîşê tên berhevkirin û dişînin bajarên wekî Amed, Agirî, Bedlîs, Mûş û Wanê.

Kelemên di meha Gulanê de li navçeya Erdîşê ya Wanê hatine çandin, berhevkirina wan dest pê kir. Kelemên di gelek xwarinên wekî dolme, şorbe û tirşînê de tê xwarin, li ser bi dehan donimî hatiye çandin û piştî berhevkirinê dişînin bajarên wekî Agirî, Wan, Amed, Mûş û Bedlîsê.
 
Şahap Tunç (48) li taxa Pilûrê dijî û bi salan e vî karî dike, li ser 13 doniman kelem çandiye û bi zarokê xwe re dixebite. Tunç da zanîn ku keda ku wan daye, berhemên wê digirin û wiha got: "Roja em li bendê bûn hat, em êdî berhev dikin û dişînin bazaran."
 
AV JI BO WAN TIŞTA GIRÎNG E
 
Tunç diyar kir ku di dema şitilan de paqijiya zeviyê ji bo çandiniyê girîng e, di meha Gulanê de dest bi çandinê dikin û heta 15'ê Hezîranê ev xebat didome û wiha got: "Em zeviya xwe paqij dikin û xetên çandiniyê çêdikin. Pişt re bi zarokan re yek bi yek wan diçînin. Ji bo baş çêbin, divê hûn avê zêde bidinê. Barana di meha Gulanê de dibare, ji bo keleman gelekî baş e." Tunç da zanîn ku kelemên wan heta 30 kîloyî diçin û wiha pê de çû: "Tema kelemên mezin cuda ye. Em kelemên ji 10 kîloyan kêmtir jênakin. Ji ber ku hêj tema xwe negirtiye. Em bi mehan li vir kedê didinê. Ez bi zarok û hevjîna xwe re dixebitim."
 
NEYÊ BERHEVKIRIN LI ERDÊ DIMÎNE
 
Tunç der barê fêkî û zebzeyên ji derveyê bajêr de tên û buhabûna wan de gazinên xwe anî ziman û aşkera kir ku maroleke ji Antalya û Mêrsînê tê li vir 6-7 lîre ye û wiha axivî: "Kelemên me 3 lîre ne. Kaseya becanên sor li vir 5 lîre, li rojava kîloya wê 5 lîre ye. Ji ber ku berhemên vir naçin derve erzan e. Dema em nefiroşin dê berf bi ser de bikeve. Dê hemû li erdê bimîne. Ev kelem bi taybetî di tirşînê de tên xebitandin."
 
Tunç got ku "Em berdêla keda xwe nagirin" û destnîşan kir ku 13 donim kelem çandiye, ji ber ku bixwe dikin 13 hezar TL ji wan re dimîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "6 hezarê wî diçe mesrefan. Em demsalekê bi vê re mijul dibin. Heta meha Kanûnê bi vê re mijûl in. Dema berf dibare jî êdî kar bi dawî dibe. Em kelemekî 10 kîloyî didin 3 lîreyan."