450 karker 5 roj in di grevê de ne

img

RIHA - Zêdetirî 450 karkerên di Fabrîkeya Fischer Hakan Plastîkê de dixebitin, dest bi grevê kirin û kar rawestandin. Karkerên ku dixwazin bi awayekî mirovane bijîn, ji bo têkoşîneke rêxistinbûyî bang li her kesî kirin. 

Karkerên endamên Sendîkaya Lastîk-Îşê ya girêdayî Konfederasona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), li Çerkezkoy a Stenbolê û li Rihayê li Fabrîkeya Fischer Hakan Plastîkê dest bi grevê kirin. Karker ji ber ku di hevdîtinên Peymana Karî ya Giştî de bi kardêr re li hev nekirin, dest bi grevê kirin. 
Ji 1'ê Çileya 2021'ê heya niha 25 hevdîtin hatine kirin, lê tu tişt ji van hevdîtinan derneketiye. Ji ber ku meaşê karkeran nehatiye zemkirin û pêdiviyên wan ên din nehatine qebûlkirin, li fabrîkeya Stenbolê 350 û li fabrîkeya Rihayê zêdetirî 100 karker dest bi grevê kirin û hilberîn dan sekinandin. 
 
Fabrîkeya li Rihayê li Pîşesaziya Organîzeyê ye. Karker greva xwe li ber fabrîkayê dikin. Grev bi awayekî 3 vardiyayî tê kirin. 
 
Nûnerên Sendîkaya Lastîk-Îşê yê Rihayê Mehmet Halîl Karataş û Orhan Dogan û karker Mûstafa Ozkan û Mehmet Beyaz, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa pêvajoya grevê kirin. 
 
‘ÇEKA KARKERAN GREV E' 
 
Nûnerê sendîkayê Mehmet Halîl Karataş, anî ziman ku li fabrîkeyê 6 sal in xwe birêxistin kirine û di vî 6 salî de li fabrîkeyê du caran Peymana Kar a Giştî hatiye kirin. Karataş, da zanîn ku berî ku biryara grevê bigirin ji 1'ê Çileyê heya niha bi kardêr re 25 hevdîtin kirine û got: "Ji ber ku me li hev nekir, me biryara grevê da ku çeka karkeran e. Me ji bo ku hevalên me yên kedkar bi awayekî mirovane bijîn heqdestek diyar kirin û me hevdîtin kirin. Lê me li hev nekir û 5 roj in em di grevê de ne û li ber xwe didin. Li fabrîkeya Riha û Stenbolê 5 roj in em di grevê de ne." 
 
Karataş, anî ziman ku tişta ku kedkar heq dikin best ne heqdest e û got: "Em heyînine civakî ne, divê pakêtine mafên me yên civakî dihewînin hebin. Çekên erzaqê, alîkariya ji bo sotemeniyê. ev daxwazên me ne. Kardêr dikare van daxwazan pêk bîneç Em dixwazin wekî mirovan bijîn." 
 
ASTENGKIRIN DIJÎ QANÛNÊ YE
 
Nûnerê sendîkayê Orhan Dogan jî anî ziman ku ji roja ewil a grevê ve bi cendirmeyan re rû bi rû mane û konvedan bi hinceta pandemiyê hatiye qedexekirin. Dogan got: "Em bi awayekî qanûnî grevê dikin. Em tiştekî dij qanûnî nakin. Em hay ji mesafeya fizîkî hene û em mafên xwe yên qanûnî bi kar tînin. Astengkirina dikin dijî qanûnê ye. Hevalên me yên li fabrîkeyên din, ji tirsa nikarin pêwendiyê bi me re deynin. Wekî ku sendîkayîbûn û doza ji bo heqê xwe tiştekî xirab be nîaşn didin. Çi sendîkayî çi jî ne sendîkayî, divê her kes doza heqê xwe bike." 
 
Dogan, destnîşan kir ku çi dibe bila bibe dê bi israr doza heqê xwe bikin û got: "Em li bendê ne her kes bi rêzgirî nêzî têkoşîna me bibe. Ji ber ku em rêxistinkirî ne li fabrîkayê kesek jî di biniya meaşê kêm de naxebite, lê li gelek deverên Rihayê gelek kedkar bi meaşekî di biniya yê kêm re tên şixulandin." 
 
‘EM MECBÛR MAN' 
 
Karker Mûstafa Ozkan jî ku 3 sal in di fabrîkeyê de dixebite, bal kişand ser bihabûna zexîreyan. Ozkan, bilêv kir ku ev tişt bandorê li şert û mercên wan ên jiyanê dikin û got: "Xema sereke ya kesên li vir dixebitin, malbatên wan baş bijîn. Em dixwazin wekî mirovan bijîn. Me doza vê kir, lê ji ber ku daxwaza me nehat qebûlkirin me ji bêgavî dest bi grevê kir." 
 
Karker Mehmet Beyaz jî ku 4 meh berê dest bi kar kiriye, anî ziman ku tekane daxwaza wan "jiyaneke mirovane" ye û got: "Li Rihayê xaniyê ku min 2 sal berê kirê kir û kirêya wê ya salekê 6 hezar TL bû, niha bûye 15 hezar TL. Divê ji bo jiyana me ya civakî jî pereyê me hebe. Em xebata nanoziko qebûl nakin. Her kes divê ji bo mafên xwe, xwe birêxistin bike." 
 
MA / Emrûllah Acar