Karker û kedkar ji bo berxwedana 15-16’ê Hezîranê daketin qadan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Karker li gelek bajaran bi wesîleya salvegera 51’emîna Berxwedana Karkeran a 15-16’ê Hezîranê daketin qadan û gotin ev berxwedan raborî nebûye û çîna karkeran îro carek din ji şertên karkeran ên nebaş re dibêje êdî bes e. 
 
Li Tirkiyê di 11’ê hezîrana 1970’yî de ji bo guhertina yasaya sendîkayan ji aliyê Serokkomarê wê demê Cevdet Sunay ve hat erêkirin. Kerker di 15-16’ê Hezîrana 1970’î de li ber xwe dan û li dijî yasayê derketin. Di xwepêşandanên karkeran de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û bi ser 5 hezarî re jî kes birîndar bûn. Karker îro bi wesîleya salvegera 51’emîn a berxwedana karkeran daketin meydanan û daxuyanî dan. 
 
Bi pêşengiya Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfedrasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endeyzaran a Tirk (TMMOB), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) li bajarên wek Enqere, Îzmîr, Edene, Stenbol û lig elek bajarên din karker daketin meydanan û ji bo salvegera wê berxwedanê daxuyanî dan. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî piştevaniya sendîkayan û odeyan kirin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de qurbaniyên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn û hat gotin ev berxwedan raborî nebûye û çîna karkeran îro carek din ji her cûre kedxwarî û zilma li ser karkeran re dibêje êdî bes e.